Tebax 03, 2020 20:33 Asia/Tehran
  • Zanîngeha Dîclê derbarê zimanê Kurdî de daxuyanî da 

Zanîngeha Dîclê ya Amedê ew yek red kir ku teza bi zimanê Kurdî li zanîngeha wan hatibe qedexekirin.

Serokatiya Zanîngeha Dîclê daxuyaniyek belav kir  ku tê de dibêje, ti guhertinek di wan bernaman de nehatiye kirin û zimanê xwendinê jî nehatiye guhertin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ew gotegotên li ser torên civakî belav bûne û dibêjin amadekirina tezê bi zimanê Kurdî hatiye qedexekirin “nerast in û bi mebest zanyariyên şaş tên belavkirin.”

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, “Ji sala 2012ê ve beşa xwendina bi Ziman û Kultura Kurdî li Zanîngeha Dîclê hatiye vekirin. Di sala 2013an de xwendina masterê bê tez û di 2015an de jî xwendina master û doktora bi amadekirina tezê li wî beşê zanîngehê destpê kiriye. Zimanê xwendinê li vî beşî Tirkî ye. Bi heman awayî li beşên zimanên Îngilîzî, Erebî û Farisî jî bi zimanê Tirkî ye.”

Zanîngeha Dîclê dibêje, heta niha 86 xwendekar li Beşa Xwendina Ziman û Kultura Kurdî bawernama master a bê tez, 10 master bi amadekirina tezê, 6 xwendekaran jî bawernameya doktora bidest xistine, ji yekem roj û heta niha jî ti guhertinek di bername û zimanê fêrkirinê de nehatiye kirin.

Zanîngeha Dîcleyê diyar kiriye, wan “bo bihêzkirina xwendina masterê bi tez û bê tez di sala 2019ê de protokola hevahengiyê ligel Zanîngeha Selahedîn a Herêma Kurdistanê îmze kirine.”

Li gor Serokatiya Zanîngeha Dîclê, “armanca wan nûçeyên di çend rojên borî de li ser torên civakî hatine belavkirin, xirabkirina navê zanîngeha wan e.”

Ev daxuyanî di demekê de ye ku berî çend rojan nûçeyek li torên civakî belav bûbû ku tê de dihat gotin, Zanîngeha Dîcleyê, bi hinceta ku tezên ji bilî bi zimanê Tirkî têne nivîsandin, divê Desteya Bilind a Xwendinê biryarê ser bide, li Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî ya wê zanîngehê nivîsandina teza bi Kurdî hat qedexekirin. Rêvebiriya Zanîngeha Dîcleyê ji xwendekarên xwe xwestiya ku têza xwe bi zimanê Tirkî binivîsin.

Serepeyv