Tebax 01, 2020 08:21 Asia/Tehran
  • Lîga Belçîkayê tê; lê bê temaşevan

Lîga fûtbalê ya Belçîkayê îsal ji ber vîrusa koronayê di meha adarê de hatibû betalkirin û tîma Club Brugge wekî qehreman hatibû ragihandin. Federasyonê biryar dabû ku heta 31'ê tîrmehê tu pêşbirk neyên lîstin. Niha jî biryareke nû hat girtin.

Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, Li gor biryara nû ya Federasyona fûtbalê ya Belçîkayê hefteya pêşiya me dê serdema fûtbalê ya 2020-2021'ê dest pê bike.

Ji ber ku li Belçîkayê bûyerên vîrusa koronayê bi dawî nebûn û hin metirsî hene federasyonê biryar da ku lîg bê temaşevanan dest pê bike. Rayedaran bang li temaşevanan kir ku neyên ba hev.

Nifûsa Belçîkayê 11 mîlyon û 500 hezar e û meseleya vîrusa koronayê bi dawî nebûye. Ji ber vê dest ji tevdîra bernadin. Biryar hat girtin ku di çalakiyên cihên servekirî de zêdeyî 200 kesî neyên cem hev. Ev biryara hikumetê bandor li temaşevanên fûtbalê kir ku di maçan de bi hezaran kes tên ba hev.

Di navbera 18-24'ê meha tîrmehê de bi giştî her roj dor 300 kesî testên wan pozîtîf derketine loma tevdîr carek din girantir kirin. Hikumetê biryar da ku di 4 hefteyên pêşiya me de ji 5 kesan zêdetir kes neyên ba hev.

 

 

Serepeyv