Tebax 01, 2020 08:21 Asia/Tehran
  • Festîvala Mûnzûrê îsal li dar nakeve

Şaredariya Dêrsimê û Federasyona Komeleya Dêrsimê ku her sal Festîvala Xweza û Çandê ya Mûnzûrê li dar dixin îsal biryar dan ku ji ber vîrusa koronayê li dar nexin.

Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, Festîvala Mûnzûrê her sal havînê li dar diket. Îsal dê 20'emîn li dar biketa lê vîrusa koronayê bandor li wê jî kir. Amadekarên festîvalê li ser rewşa îsal

daxuyaniyeke nivîskî weşandine û gotine ku ji ber mecbûriyetê îsal festîvalê lidar naxin. Li aliyê din gotine ku li hemberî projeyên têkbirina xwezayê ew dê li qadan bin.

 

 

Serepeyv