Îlam - Mihrîcara helbesta Kurdî ya "Minal" di rewşa dadweriyê da ye / 1000 helbest hatine şandin
Tîrmeh 30, 2020 13:40 Asia/Tehran
Li gorî rapora Komîteya wergirtina berheman a dora çarem a Mihrîcara Helbestan a "Minal" (Zarok) û ragihandina Serokê vê Mihrîcanê, zêde ji 1600 berhem di qaliba helbestên zarokan ji helbestvanên mezin û nûciwan, helbestxwendina zarokên Kurdîaxêv û poster ji aliyê helbestvan, hezkirî û mixateban gihîştin vê sêkritirxaneyê.
Li gorî rapora Kurd Press'ê, Mihrîcara helbesta Kurdî ya "Minal" li bajarê Îlamê dê were lidarxistin.
Minal di zaraveya Kurmanciya navîn (Soranî) û zaraveyên din ên xwarîn ên kurdan bi wateya "Zarok" e.