Tîrmeh 30, 2020 10:55 Asia/Tehran
  • Hejmara nû ya Folklora Me derket

Kovara Folklora Me ku ji aliyê 'Weqfa Mezopotamyayê' ve tê weşandin hejmara xwe ya 6’an derxist. Kovara ku ji nivîs û berhevokên li ser folklorê pêk tê di vê hejmara kovarê de du heb jê bi kirmanckî, 21 heb bi kurmancî bi tevahî 23 nivîsên li ser folklorê weşandine.

Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, Ji van bîst û sê nivîsan yek xebateka arşîvê ye. Folklornasê kurd Ebdulreqîb Yûsifî îsal arşîva xwe neqilî ser înternetê kir û Hêmin Omar Ahmad, ji bo girîngî û balkişandina vê arşîvê berhevdana Mela Xelefê Bafeyî- Mela Xelef li ser daxwaza Ebdulreqîb Yûsifî bi salan li nava kurdên bakurî berhevkarî kirîye latînîze kir.

Di nivîsa xwe ya kirmanckî de Perîhan Kayayê qala xwarina “gebolî”yê kirîye û berhevkarê Sêwregî Yakup Taşçiyî jî çîrokek (destanek) ji dapîra xwe tomar kirîye û pêşkeşî xwendekaran kirîye. Ji herêma Torê, Nasir Torî bi meselokekê; ji Farqînê, Sosina Farqînê bi çîroka Sî Ahmedê Silîvî û Xecê; ji Şemzînanê Jîyan û Rojdayê bi xwarina “Rişterûn”ê; ji Pasûrê Ayela Zartoyê bi lêkolîneka li ser pincarê Gulikê; Ji Agirîyê Fatma Şahînê bi ferhenga tematîk ya ajeldarî û cotkarîyê navê xwe xist nava lîsteya nivîskarên Folklora Me. Rêya wan vekirî pênûsa wan her tim xurt be.

Şoreş Reşî, Nîhat Oner û Arxa Makûyî ketine nava rûpelên dîrokê û toz û gemara li ser bûyer û geşedanan xepartine. Yekî, berê xwe daye bûka welatê me Efrînê, yekî berê xwe daye Deşta Rewanê û li ber çemê Erezê konê xwe vedaye, yekî jî berê xwe daye warê Emirxanê Lepzêrîn, Urmîyeyê.

Mihemed Selîm Bedirxan bi salan e ketîye pey helbesteka gelêrî ya qetqetî. Di nivîsa xwe de wî hem qala serpêhatîya xwe û peydakirina van varyantan kirîye û hem jî di dawîyê de parçeyên qetqetî kirine yek û helbesteka gelêrî tanzîm kirîye. Feray Olçerê berê xwe daye motîfên çîrokekê û Bahoz Baranî jî di nivîsa xwe de, qala motîfa kerê kirîye.

Egîdê Fêro, li ser meseleyeka girîng toponomîyê gotara xwe pêşkêş kiriye. Wî berê xwe daye Fêrgaya Silopyayê, ji kal û pîran navê kanî, gol, gerav, çem, mil, zevî, cîm, pal, şikeft, rê,

rêbar, dehl, teht û zinaran pirsîye û wî ew li gor zanista toponomîyê senifandine.

 

 

Serepeyv