Tîrmeh 30, 2020 10:53 Asia/Tehran

Kovara war, wêje û wergerê Bar 5 sal berê wekî kovareke xwendevanan derketibû û di nav van 5 salan de 3 hejmar derxistibû. Niha kovarê hejmara xwe ya 4'an wekî hejmara Bihar 2020'an pêşkêş kir.

Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, Di vê hejmara kovarê de du nivîsên edîtor hene ku yek ji aliyê edîtoriya berê, ya din jî ji aliyê edîtoriya nû ku kovar dewr girtiye hatiye nivîsandin.

Li ser vê dema çûyî, dereng derketina hejmareke nû edîtoriya kovarê ya berê ev yek nivîsiye, "Ji ser hejmara ewil re çar, ya dawî re sê sal derbas bûn. Kar û bar û berpirsiyariyên me guherîn, her kesî xwe bi awayekî xwezayî bi derd û xemên jiyana rojane re mijûl kirin. Hin ji me bûn mamoste, hin ji me bi gelemşeyên şexsî re eleqeder bûn, ehd û cehda hinan jî çû ser qedandina zankoyê yan jî dîtina îş û karan bo debara jiyanê. Bi awayekî fîzîkî jî em dûrî hev ketin, her yekî me koçî dereke din kir. Bêguman ev jî rê li ber girt ku em motîvasyona xwe bidin ser hev. Feqet her çiqas ne bi dilê me be jî bala me hinek ji Bara me ya delal belav bû û kovar bo demekê bi tena serê xwe ma."

Edîtoriya berê diyar kiriye ku "Ev hejmar dê bibe hejmara dawî ya qadroya berê" û ev yek lê zêde kirine: "Ji hejmara 5'em wêdetir dê Yehya Omerî, Emerîkê Sidîqayê, Welat Ramînazad, Miradê Miradan, Ferec Koyistanî, Îbrahîm Şadman û Rêbîn Mihemed dê xwe bixin bin vî karî."

Edîtoriya nû jî di nivîsa edîtor de navê lijneya nû eşkere kiriye û wekî rêya nû ya kovarê bal kişandiye ser vê yekê, "Bala piraniya van hevalên nû li ser helbest, werger û rexneya helbestê ye, lewre piştî vê hejmarê kovara me dê bi awayekî ku girîngiyê bide helbest û wergera helbestê berdewam be."

Kovarê hejmara 5'an pêşkêş kir lê wekî "Bar"ên din ne çapkirî, wekî online hat derxistin û yên bixwazin dikarin li ser hesabên wan daxin û bixwînin.

Kovarê di vê hejmarê de çîrok, helbest, nivîs û hevpeyvîn weşandine.

Ligel matematîkzanê kurd Koçer Bîrkar ku di sala 2018'an de ji UNESCO'yê Xelata Matematîrê girtibû hevpeyvînek kirine. Di hevpeyvîna ku Sara Ogurlu, Mamo Îssa û Bîlal Ata Aktaş kiriye de Bîrkar dibêje: "Herçendî welatek we tine be jî bila armancek we hebe û li pey wê biçin."

Helbestvan Kawa Nemir, Şêxmûs Kurt, Derwêş Sancar û Simeya helbestan, Emîn Metîn û Daskan bi wergera helbestên ji zimanê erebî û îngilîzî, Şivan Keleş jî dîsa bi wergera çîrokeke helbestkarê emerîkî Stephen Crane beşdarî ked daye vê hejmarê. Baha Khan, Mem Arîn, Rehmî Kurdziman, Mehmet Emîn Cîrîk û Mustafa Çelebî bi çîrokên xwe; Yûsiv Hemed, Emerîkê Sidîqayê û Micahîd Işikoglu bi nivîsên xwe û Ekrem Yildiz bi latînîzekirina çîrokeke Şêrzad Hesenî di kovarê de cih girtine.

 

 

Serepeyv