Tîrmeh 29, 2020 10:30 Asia/Tehran
  • Pirtûkeke nû ya Zana Farqînî jibo Kurdiya Kurmancî: 'Lêker û Rastnivîsîna Wan'

Bi navê "Lêker û Rastnivîsîna Wan" (Ji aliyê binyatî ve) pirtûkek hat weşandin. Pirtûka ku ji aliyê zimanzan Zana Farqînî ve hatiye nivîsandin meseleya lêkeran digire dest û ji Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve hatiye çapkirin.

Ji bo zimanê nivîskî alfabe, rêziman û ferheng sê stûnên bingehîn in. Di nav van de rêziman derdikeve pêş û ji bo rêziman bêje, lêker cihek muhîm digirin. Pirtûka li ber dest li ser van sekiniye.

Zimanzan Zana Farqînî ji salên 90'î ve li ser ziman dixebite. Ji wan salan ve pirtûkên li ser rêzimanên kurmancî ên wekî Celadet Bedirxan & Robert Lescot, Qanatê Kurdo, Kemal Badillî, Feqî Huseyîn Sagniç û hwd xwendine, di van de nakokî dîtine û pêdivî bi nirxandineke li ser wan dîtiye. Farqînî wisa dibêje, "Piştî xwendin, fêtikirîn, lêkolîn û lêhûrbûnên li ser rêzimanên kurmancî, nêrîn û angaşt (îdîa) yên hevnegir ên  zimannas û amadekarên rêzimanan ên li ser zaravayê kurmancî, ku tebir di cih de be, serî li me bi xwe jî gerand. Di pey civariya ku di encama salên dûr û dirêj de bi me re çêbû, em gihîştin wê baweriyê ku divê xebat li ser hin mijarên kêşedar û yên nîqaşbar bên kirin. Loma di vê xebatê de me xwest em li ser cureyên bêjeyan, senifana lêkerên kurmancî yên ji aliyê binyatî ve (tevî mînakên ku ji bo polînkirina wan hatine derpêşkirin) û rastnivîsîna wan rawestin, ku zimannas û amadekarên rêzimana zaravayên kurmancî di van waran de mîna hev nafikirin. Bi vê lêkolîn û xebatê daxwaz ew e ku ji li ser van warên navborî hewla zelalkirinekê bê kirin û ji bo çareserkirina kêşeyên amajepêkirî jî, rêzik bên peyitandin."

Farqînî ev pirtûk wekî teza lîsansa bilind bi navê "Binyat û Rastnivîsîna Lêkerên di Berhemên Rêzimanê yên Kurmanciya Bakur" de amade û pêşkêş kiriye, lê paşê li ser hin xebitiye, hin guherînên biçûk kiriye û bi navek nû daye çapê.

Pirtûka ku ji Weşanên Enstîtuya Kurdî derketiye bi ser danberheva hin pirtûkên di vî warî de dimeşe, di çar beşên bingehîn de mijaran pêşkêş dike.

- Lêker û Rastnivîsîna Wan (Ji aliyê binyatî ve) / Zana Farqînî / Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê / 208 rûpel / Ziman / 2019

 

 

 

Serepeyv