Tîrmeh 27, 2020 23:43 Asia/Tehran
  • Weşangerên Tirkiyê li hev civiyan

9'emîn Komcivîna Yekîtiya Weşangerên Tirkiyê (TYB) bi ser online re civiya û encamnameya civîna xwe eşkere kir.

Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, TYB du salan carek komcivînê li dar dixe. Ev a 9'emîn bû û ji ber Covid-19'ê bi awayekî online di navbera Tîrmehê de li dar ket. Di du rojan de 6 civîn çêbûn, ji derveyî Tirkiyê 12, ji Tirkiyê 46, bi giştî 58 kes wekî axêver beşdar bûn. Di komcivînê de li ser pirsgirêkên weşangeran, pêdivî û meylên wan ên nû nîqaş çêbûn.

Encamnameya komcivînê çend roj berê hat belavkirin û hat diyar kirin ku di rojên pêş me de bi lezgînî vegera dema bêrê, yan jî xilaskirina roja têdeyî wêdeitir divê pirsgirêkên sektorê hemû ligel hev, bi awayekî adilane û bi hev re parvekirinê bêne çareser kirin.

Di komcivînê de li ser çapa dîjîtal ku her diçe pêş dikeve sekinîn, diyar kirin ku ev beş ne wekî tehdît, lê bazarek cuda divê li ser bê sekinîn, li ser bê xebitîn û bê pêşvebirin.

Di encamnameyê de qala mafê telîgê jî hat kirin û hat diyarkirin ku divê bi rêya yekîtiya pîşeyan bi lezgînî bê çareserkirin.

Hat gotin ku pêdiviya sektora weşangerî bi danheveke giştî ya agahiyên sektorê heye, divê hemû agahiyên li ser pirtûkan têde be, hemû pircureyiya çanda welat di nav be ku mirov bikaribe xwe bigihîne kê.

 

 

 

Serepeyv