Tîrmeh 27, 2020 15:02 Asia/Tehran
  •  Îranê serê axir itiraza xwe li hember kiryara Tirkiyê ya derbarê Hunera Bedewnivîsînê diyar kir

Piştî ku medyayan derbarê amadekirina dosyea cîhanî ya Bedewnivîsînê ji aliyê Tirkiyê va nivîsîn, niha berpirsê Mîrata Çandî pê hesiyane û itiraza xwe ya fermî ragihandine.

Li gorî rapora Mehr Newsê, Du mehan beriya niha rojnameya Dayli Sabah a Tirkiyê derbarê amadekirina dosyeya tomarkirina cîhanî ya Bedewnivîsînê ji aliyê Tirkiyê va nivîsîbû.

Piştra mamosteyên Bedewnivîsînê bertek nîşanî vê yekê da; Lê Alîkarê Mîrata çandî ya Wezareta Mîrata Çandî, Geştyarî û Pêşeyên destî ya Îranê di bernameyeke televîziyonî da got: Tirkiyê dosyeyek bi navê Bedewnivîsîna Îslamî jibo sala 2021ê daye UNESCO'yê, ku Îranê itiraza xwe derbarê vê yekê ragihandiye.

 

Serepeyv