Tîrmeh 27, 2020 08:32 Asia/Tehran
  • HRRK'ê xelat da Deham Evdulfetah û Merwan Berekat

Rêxistina têkildarî rewşenbîrên bakur û rojhilata Sûriyê ya bi navê HRRK'ê îsal xelat da zimanzan û nivîskar Deham Evdulfettah û helbestvan û nivîskar Merwan Berekat.

Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, Rêxistina têkildarî rewşenbîrên bakur û rojhilata Sûriyê ya bi navê (HRRK) ev çend sal in ji bo piştgiriya kedkarên kurdî ên li bakur û rojhilata Sûriyê xelatê dide. HRRK'ê ji bo îsal êvara 25'ê mehê saet 19'an de bi piştgiriya Enstîtuya Kurdî ya li Berlînê li navenda xwe ya li Qamişlo merasimet çêkir û xelat da. HRRK'ê xelata îsal da zimanzan û nivîskar Deham Evdulfetah û helbestvan û nivîskar Merwan Berekat.

Deham Evdulfetah

Deham Evdulfetah sala 1942'yan li Amûdê hatiye dinê. Ew nêzî 25 salan wekî Mamostetiya Ziman û Wêjeya Edebî xebitiye. Bi dehan salan e li ser zimanê kurdî xebatê dike. Heta niha gelek gotarên wî yên li ser ziman, her wiha bi vî rengî pirtûkên wî jî hatine çapkirin û belavkirin. Di 4'emîn Pêşangeha Pirtûka a bi navê "Ş.Herekol" ku hefteya borî li Qamişlo li dar ket de pirtûkên Evdulfettah ên li ser ziman wekî sê cîld û wekî setek hatin belavkirin. Ji bilî pirtûkên ziman hin pirtûkên wî yên lêkolînî jî hatine weşandin.

Merwan Berekat

Merwan Berekat nivîskar û lêkolînerekî kurd ê ji Efrînê ye. Heta niha gelek roman û pirtûkên lêkolînan bi zimanê kurdî û erebî nivîsandine. "Efrîn, destan e û birîn" (Roman, 2018), "Awirên Royê" (Roman, 2018), "Birîna zeytûnê" (Roman, bi erebî, 2019), "Çiyayê Kurmênc - Efrîn di hemû serdeman de" (Lêkolîn, bi erebî, 2019), "Efrîn helbesta bê dawî" (Helbest, 2019), "Gurzek ji stiranên folklorî" (2020), "Penageh" (Roman, 2020), "Romana pakrewanekî kurd" (2020) pirtûkên wî yên ku derketine.

HRRK'ê bi merasimek îsal xelat da wan. HRRK ev çend sal in nivîskarên kurd li Qamişlo xelat dike. Xelat wekî plaketek û hezar dolar pere tê dayîn.

HRRK'ê di sala 2018'an de ev xelat dabû şêwekar Zuhêr Hesîb, par jî dabû nivîskar  Reşîd Sofî û muzîkvan Mihemed Elî Şakir.

 

 

 

 

Serepeyv