Tîrmeh 26, 2020 19:14 Asia/Tehran
  •  Kadroya teknîkî ya Hendbala jinan ji ber astengiyên îdarî hîn nehatiye nasandin

Eva gelek wext e ku Fedrasiyona Hendbala Îranê navên kadroya teknîkî ya Tîma Neteweyî ya Hendbala welêt ya jinan diyar kiriye, lê belê hîn ji ber astengiyên îdarî nehatiye ragihandin.

Li gor ISNA, Fedrasiyona Hendbalê biryar e ji 24 Hezîrana 2020 navên kadroya teknîkî ya Tîma Neteweyî ya Hendbala jinan ku diyar bûye ragihîne. Cîgira seroka jinan a Fedrasiyonê Îlham Silûkî jî 9 Tîrmehê ragihand ku navê kadroya teknîkî  diyar bûye û bi tenê karûbarên îdarî mane û hefteya were ev navan wê eşkera bibin . Helbet hefteyek şênda wê got ku ji ber pandemiya Koronayê karûbarên îdarî dem û gaveke zêde digire.

Niha piştî mehekê ji dema diyarbûna navan hên ew nehatine ragihandin . Sekreterê Fedrasiyona Hendbalê dibêje ku hîn em çav li riya derbasbûna qonaxên îdarî ne.

Serepeyv