Tîrmeh 25, 2020 21:46 Asia/Tehran
  • Qamişlo - '​​​​​​​Cemîlê Kor', vebêjê helbestên gerok

Helbestvan Apo Cemîl Îso (91) gelek ji zimanê Kurdî hez dike û têde pispor e. Qurmiçên ku li ser rûyê wî çêbûne, çîroka têkoşîna wî vedibêjin. Bi dehan beytên helbesta Kurdî ezber kiriye û li her derê vedibêje. Heta ku navê ‘Vebêjê helbestên gerok’ lê hatiye kirin.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), "Apo Cemîl Îso (91) yê bi navê Cemîlê Kor tê naskirin, ji bajarê Qamişloyê ye. Ji zarokatiya xwe ve neçûye dibistanan û şivantî kiriye. Lê ji zimanê dayîka xwe zimanê Kurdî hez dike. Ji ber wê hezkirinê her tim bi helbestvanê Kurd Cegerxwîn, Mele Ehmed Balo û Mele Ehmed Namî re dimîne.

Di 4’emîn Pêşangeha a Pirtûkan a bi n avê 'Şehîd Herekol' digeriya û bi dengê xwe yê nazik helbest vedigotin. Ji ber wê bala beşdarên pêşengehê kişand. "

Hawar Newsê (ANHA) nivîsiye: "Li gorî nivîskar Ebdo Mexso, helbestvanê Kurd Cegerxwîn di helbesteke xwe de Cemîlê Kor bi bîr xistiye. Mexso piştrast kir ku ew gelek caran ji hêla desthilatên hikumeta Sûriyê ve hate girtin ji ber ku helbestên Kurdî hem li kolanan hem li şahiyan jî digotin."

Li gorî vê nivîsê: "Çîroka Cemîlê Kor di ciwantiyê de destpê dike, di wî demî de şivan bû. Dema şivan bû. Dema dibihîze ku Cegerxwîn li bajarê Qamişloyê ye, dest ji şivantiyê berda û çû ji bo wî bibîne.

Her wiha nivîskar û helbestvanê Kurd Mele Ehmed Nemî nas dike û derfeta fêrbûna zimanê Kurdî bi dest dixe. Cemîlê Kor di vî warî de dibêje: “Helbestvan Mele Ehmed Nemî ez fêrî zimanê Kurdî kirim. Her roj 5 tîp dida min. Lênûskek û pênûsek diyarî min kir. Li ber pez di saetên sibehê de tiştên ku min di êvarê de birine, dixwend.”

Cemîlê Kor baş fêrî tîpên kurdî bû û helbest bi awayekî xeybî ezbere kirin. Apê Cemîl destnîşan dike ku bi gelek siyasetmedarên Kurd ên salên 60 û 70`î mîna Nûredîn Zaza re rûniştiye.

Apê Cemîlê Kor di qada çandî û wêjeyî ya herêma Qamişloyê de bi ‘Vebêjê helbestên gerok’ tê naskirin. Apê Cemîl vegotina helbestan weke erkekê dibîne û pê serfiraz e."

 

 

Serepeyv