Tîrmeh 25, 2020 16:49 Asia/Tehran
  •  Ji bo dengbêjiyê dîwanxaneyek ava kir

Dengbêj Îsmaîl Seyranoglû, ji bo jiyandina kevneşopiya dengbêjiyê li Wanê dîwanxane vekir. Seyranoglû, li dîwanxaneyê dengbêjiyê hînî nifşa nû dike û bang li ciwanan kir ku bên dîwanxaneya wî.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), "Ozlem Yayan" nivîsiye: "Dengbêj Îsmaîl Seyranoglû yê colemêrgî, ji bo jiyandina kevneşopiya dengbêjiyê li Wanê bi navê dîwanxane qursek vekir. Seyranoglû, dîwanxaneyê bi motîfên herêmî xemilandiye û lê niha perwerdeya dengbêjiyê dide 6 kesan. Seyranoglû, destnîşan kir ku ji bo ku dengbijyê hînî nifşa ciwan bike û bide jiyandin dîwanxane vekiriye.  Seyranoglû, da zanîn ku hezkirina wî ya dengbêjiyê ji zarokatiya wî tê û bi saya malbata xwe dengbêjiya xwe bi pêş xistiye." 

DENGBÊJIYA LI DÎWANXANEYÊ 

Seyranoglû, anî ziman ku ji bo jiyandina kevneşopiya dengbêjiyê hewl dide û wiha got: “Vekirina dîwanxaneyê û hînkirina ciwanan a çanda dengbêjiyê xeyala min bû. Niha ji bo pêkanîna xeyala xwe gavên destpêkê davêjim. Beriya demekê ji Colemêrgê hatim Wanê, Min maleke ku kire kiriye, bi motîfên herêmî xemilandiye û wergerandiye stûdiyoyê. Li dîwanxaneyê kursên dengbêjiyê didin ciwanan. Ne tenê ji bo xwe, difikirim ku ev dîwanxane dê feydeyê bigihîne nifşên nû jî.” 

BANGA LI MALBATAN 

Seyranoglû, agahî da ku li dîwanxaneyê 6 kesan perwerde dike û ev tişt got: “Ji ber pandemiyê niha ji 6 xwendakarên min tenê 2 xwendekar aktîf tevlî waneyan dibin. Ez bawer dikim ku dê ev hejmar zêde bibe û hevalên me di rêya dengbêjiyê de berdewam bikin. Em niha di asta pêşxistina dîwanxaneyê de ne. Di demên pêş de emê gelek ciwan tevlî nav xwe bikin û çanda dengbêjiyê bidin jiyandin. Di hin rojên hefteyê de jî ezê li ser WEB TV’yê bi awayekî zindî bernameyên dengbêjiyê çêbikim. Ez ji vir bangî hemû malbatê dikim ku zarokên xwe bişînin dîwanxaneyê.” 

JIYANDINA DENGBÊJIYÊ 

Ji xwendekaran Selman Demîr, diyar kir ku dixwaze çanda dengbêjiyê hîn bike û bigihîne nifşên demên pêş û wiha got: “Ez ji dengbêj Xelîl Bakozî û Salih Şirnexî bi bandor bûm. Min ji stranên wan gelek hez dikir. Dixwazim wekî wan klaman bibêjim. Ji ber pandemiye min dereng serî li vir da. 20 roj in em wane digirin. Dixwazin ji hevalên xwe yên ku di temenê min de ev tişt bibêjim, ‘Em dikarin ji bo jiyandina çanda xwe xebateke hevpar bikin. Dixwazim ku hevalên min bên vir’.” 

ARMANCA WAN JIYANDINA DENGBÊJAN E 

Xwendekar Sûat Şeylan jî destnîşan kir ku dîwanxane ji bo jiyandina çanda wan dibe alîkar û ev tişt anî ziman: “Em ji bo bi bîranîn û bî bîrxistina deng, nirx û dengbêjan li vir in. Ez di rêya Dengbêj Hecî Abdulkerîmê panosî de dimeşim. Armanca me jiyandin dengbêjê me ye.”
 

Serepeyv