Tîrmeh 24, 2020 11:02 Asia/Tehran
  • Ballon d'Or a Kovara France Football'ê piştî 54 salan betal bû

Kovara France Football ji sala 1956'an ve her sal xelata Ballon d'Or dide lîstikvanên herî serketî yên li Ewropayê lê îsal ji ber vîrusê dê xelatê nede. Kovarê eşkere kiriye ku ji ber îsal di warê fûtbolê de salek ecêb derbas dibe ewê îsal vê xelatê nedin. Hatiye eşkere kirin ku tenê dê 11 Lîstikvanên Herî Serketî bêne diyarkirin.

Par lîstikvanê Barselonayê Lionel Messi ev xelat girtibû. Messi di salên 2009, 2010, 2011, 2012, 2015 û 2019'an de bi temamî 6 caran ev xelat girtibû ku di vî warî de yê herî zêde ev xelat girtiye ye.

 

 

Serepeyv