Tîrmeh 23, 2020 16:22 Asia/Tehran
  • Fûtsala Îstiqlalê hefteya bê dibe super lîg

Piştî daxwaza klûpa Îstiqlalê ji bo beşdariya li super lîgê ya fûtsalê, werxuya dike ev daxwaza wê hefteya bê serê xwe bigire.

Li gor ISNA, berpirsên Klûpa Îstiqlalê maweyekî berî niha namek ji Rêxistina Lîga Fûtsalê  şand û ev daxwaza xwe diyar kir. Ev daxwaz li çend civînên desteya serokatiya Rêxistina Lîga Fûtsalê hat hilkolandin û rêketina despêkê derbarê vê daxwazê hat ragihandin û biryar hat dayîn mekanîzm a ketina Îstiqlalê nav Super Lîga Fûtsalê diyar bibe . Maweyekî berî niha li rûniştina alîkarê Klûba Îstiqlalê û sekreterê giştî yê Fedrasiyona Fûtsalê û hên endamên desteya serokatiyê ya Rêxistina Lîga Fûtsalê bi fermî ev daxwaza Îstiqlalê hat pejirîn.

Biryar e civîna dawiyê ser vê yekê rojên yekşemê an duşema bê lidar keve û nûçeya beşdariya Îstiqlalê li super lîgê bi fermî were ragihandin. 

Serepeyv