Tîrmeh 22, 2020 19:59 Asia/Tehran
  •  Li Qersê çêkirina penêrê çîçal

Penêrê çîçal ê ku li herêma Qers, Erdexan, Agirî û Îdirê çendî sedsal e tê ser sifreyan bi rêbazên edetî tê çêkirin.

Li gorî nivîsa beşa Kurmancî ya AA'yê, Penêrê çîçal ê ku li herêma Qers, Erdexan, Agirî û Îdirê çendî sedsal e tê ser sifreyan bi rêbazên edetî tê çêkirin.

Ji bo penêrê çîçal ê ku ji şîrê çêlekên li merayên Sariqamîş û Selîma navçeyên Qersê yên 2 hezar mêtro bilind diçêrin tê çêkirin, sitîl danîn ser êgir.

Jinên herêmê pêşiyê şîrê ku ji çêlekan didoşin ji makîneyê derbas dikin û toyê şîr vediqetînin. Piştî vê rûnê şîr tê parzûnkirin û saetek tê haveynkirin û disekînin.

Şîrê ku dixin nav sîtilan datînin li ser sîtilên li ser tendûr û tifikan û nîv saetê dikelînin paşê jin heta ku penêr têl têl be distrên.

- Li ser sifreyên taştê cî digire

Penêrê didewisînin eyarên ji çermê mih yan jî bizinan hatiye çêkirin û ji bo zivistanê tên amadekirin û penêr piştî vê rêwîtiya dijwar tê ser sifreyên taştê.

Sayîme Ala ji jinên ku pênêr çêdike daxuyanî da nûçegihanê AA'yê û got ji bo ku penêrê çîçal yê ewil ê demsalê çêkin dest bi kar kirin.

Alê got ku çîçal bi kedeke mezin tê çêkirin û wiha axivî:

"Em ji êvarê şîrê xwe amade dikin û dema sibehê dirabin di sîtilan da dikelînin. Ji ber ku em penêrê xwe bi xwe çêdikin û saxlem e ji ser sifreyên xwe kêm nakin. Her wiha em çîçal didewisînin eyaran û dikezixînin. Li herêma me çendîn sedsal e penêrê çîçal tê çêkirin."

Ji jinan Ayşe Alê jî diyar kir ku penêrê çîçal bi zibare çêdikin û got ku "Em kevneşopiya penêrê çîçal yê ku çendî sedsal e dewam dike didomînin. Penêrê çîçal gelekî bi tahm, tendurist e û em pêşniyazî herkesî dikin."

 

 

Serepeyv