Tîrmeh 22, 2020 10:03 Asia/Tehran
  • Nîşangeha Pirtûkan li Qamişloyê

Hawar News: "Pêşangeah Pirtûkan a 4'emîna a bi navê 'Şehîd Herekol' di roja duyemîn de didome. Ji hemû teman û beşên civakî elaqeyeke mezin bi pêşangehê re hate nîşandan. Kesên di pêşangehê de beşdar bûn, diyar kirin ku pêşangeh hêz dide wan ku pirtûkan bixwînin."

Li gorî rapora Hawar Newsê, "Bi sponseriya Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi diruşmeya "Bixwîne xwe nas bike", roja Duşemiyê çalakiya Pêşangeha Pirtûkan a 4'an a Şehîd Herekol li hola Zana ya bajarê Qamişlo dest pê kir."

Zarok, ciwan, îxtiyar, rewşenbîr, nivîskar û xwendevan serdana pêşangehê kirin.

Komîteya Amadekar a Pêşangeha Pirtûkan pêşbirkek pirsan organize kir, beşdarên ku bersiva rast bide, pirtûkekê diyarî wan dike.

Her wiha bi zimanê erebî semînereke bi navê "Kurd di navbera Siver û Lozanê de" û bi zimanê Kurdî "Jin û roman" hatin dayîn.

Jina ciwan a bi navê Ranya Hesen ji bajarê Qamişloyê di pêşangehê de amade bû, kêfxweşiya xwe bi pêşangehê anî ziman û got: "Di pêşangehê de pirtûkên çandên cûda hene. Meylên hemû ferdan li vir hene. Ez gelekî kêfxweş im ku em gihaştine vê asta pêşketî. Hêvîdar im ku pêşangehên wiha bibe gaveke ku civakê bibe qonava pêşketina fikrî û çandî."

Raniya ji ber bilindbûna buhayê pirtûkan giliyê xwe anî ziman û got: "Min xwest çend pirtûkên ku jê hez dikim bikirim, lê ji ber bilindbûna buhayê wê min nikarî bikirim. Hin pirtûk hene buahyê wan baş e."

Derbarê pirtûkên ku bala wê kişandine û kirîne de, Raniya got: "Romana Qewqa û ya Mesx bala min kişand min kirîn."

Meha Elo, diyar kir ku ev cara yekemîn e serdana pêşangeha pirtûkan a Şehîd Herekol dike û got, atmosfêra pêşangehê û hejmar û pirrengiya pirtûkan a balkêş hêza xwedinê dide.

Meha bal kişand ser bedewiya rêxistinkirina pirtûkan û got, : "Ev rêxistinbûn bala min kişand, hêz da min ku pirtûkan bikirim û bi awayekî zêdetir bixwînim."

Ji ber vîrusa koronayê tevdîrên divê hatine girtin. Pêşangeh heta 25'ê mehê danê sibê saet di navbera 10.00- 13.00'an, dana êvarê di navbera saetên 17.00-21.00'an de dê vekirî be.

 

https://diyarname.com/news.php?Idx=44232

 

 

 

Serepeyv