Messi bo 7 caran di La Lîgayê de dibe kesê herî zêde golan diavêje
Tîrmeh 22, 2020 09:28 Asia/Tehran
Lîstikvanê Barselonayê "Lionel Messi" di pêşbirka dawî de 2 gol avêtin û bi vê îsal di La Lîgayê de gihîşt 25 golan. Bi vê yekê jî bo 7 caran di La Lîgayê de dibe kesê herî zêde golan diavêje.
Di La Lîgayê de "Telmo Zarra" bi temamî 6 caran bûbû kesê di La Lîgayê de herî zêde gol avêtine û Messi rekora wî ji dest wî girt. Messi di sala 2011-2012'yan de tam 50 gol di La Lîgayê de
avêtin ku gihîştina vê hejmarê hinek zehmet e.
Karneya Messi bi vî rengî ye:
2009-10: 34 gol
2011-12: 50 gol
2012-13: 46 gol
2016-17: 37 gol
2017-18: 34 gol
2018-19: 36 gol
2019-2020: 25 gol