Tîrmeh 19, 2020 12:56 Asia/Tehran
  • Li Tirbespiyê turnuveya fûtbalê tê lidarxistin

Bi beşdarbûna 28 tîmên ji navçeya Tirbespiyê turnuveyeke fûtbalê li stada Bexçê Mezin dest pê kir.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), "Turnuve ji aliyê Dibistana Biratî ya fûtbalê ya navçeya Tirbespiyê ve hatiye organîzekirin. Dê di saetên êvarî de du maç di navbera tîmenê beşdar de li stada Bexçê Mezin werin lîstin.

Rêveberê komîteya berprisyar a turnuveyê Hesen Tahir destnîşan kir ku armanca wan ji turnuveyê çanda biratî û hezarkirin di nav civakê de belav bikin. Her wiha diyar kir ku tîmên serkeftî dê werin xelatkirin."

 

 

 

Serepeyv