Tîrmeh 18, 2020 10:10 Asia/Tehran
  •  Malbata Çobaz di 15 salan de muzeya amûrên çandiniyê ava kirin

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Hevjînên hev Zeynep û Mûstafa Çobaz ên li bajaroka Xalfelî ya Idirê dijîn, di nava 15 salan de, amûrên berê yên çandiniyê ji herêmê kom kirin û di baxçeyê mala xwe de pêşan didin. Malbata Çobaz, bi keyfxweşiyek mezin xwedî amûrên dîrokê derdikevin û wan diparêzin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Dîndar Karataş nivîsiye: Hevjînên hev Zeynep Çobaz a 64 salî û Mûstafa Çobaz ên li bajarok Xalfelî ya Igdirê dijîn, ev 15 sal in amûrên kevin ên çandinyê û malan kom dikin û di baxçeyê mala xwe de pêşan didin. Malbata Çobaz, ji erebeya ga ya 200 salî bigirin, heya destaran gelek amûr  piranî ji bajarên herêmê kom kirine.

Malbat, amûrên kom kirine, boyax û cîla dikin, amûrên xirab bûyî jî temîr dikin. Di baxçeyê malbata Çobaz de, bi dehan amûrên weke erebeya ga, tekerên haletên cutkirinê, şehê hiriyê, teşî, îq qûlava, meşk, destar û misîn hene. Malbatê bi amûrên di baxçeya mala xwe de kom kirine, weke ku muzeyek ser vekirî ava kirine.

Zeynep Çobaz, anî ziman ku fikra kom kirin amûran aîdê wê bûye û wiha axivî: “Min ev fikra xwe bi hevjînê xwe re parve kir. Dûre em li amûran geriyan. Em girîngiyek mezin didin van amûran.” 

BI XWEDÎ DERKETINA DÎROKÊ KEYFXWEŞ IN 

Çobaz, diyar kir ku wê destpêkê amûrên çandiniyê yên mala bavê xwe kom kirin û wiha got: “Dema ez zarok bûm dayik û bavê min bi van amûran kar dikirin. Min jî gelek amûrên bavê xwe bi xwe re anîn. Dû re me ji cihên cuda amûr kom kirin. Ji bo komkirina amûran me pir zehmetî kişand. Ev amûr ji bo me pir girîng in. Gelek amûrên me anîn, ewil me temîr kirin. Dema ku baran dibare em yek bi yek li ser wan dgirin. Li aliyekê em xwedî vê dîrokê derdikevin û li aliyê din jî, em ji vê yekê keyfxweş dibin.” 

'LI VÊ DERÊ MÎRATEYA DÎROKÊ HEYE’ 

Çobaz, da zanîn ku dema neviyê wê mezin bibe wê behsa van amûran jê re bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Derbarê amûran de dema ez agahiyan didin, pir keyfxweş dibim. Her roja diçe teknolojî pêş dikeve. Ji bo ku ev çand winda nebe û ji nifşên nû re bimîne, me xwest em vî karî bikin. Da ku zanibin ên beriya wan bi çi zor û zehmetiyê ked dane. Ez hêvî dikim ku ev ji bo ciwanên me bibe mînakek baş. Li vê derê dîrokek hatiye pêşandan. Divê kes vê dîrokê ji bîr neke.” 

 

 

 

Serepeyv