Tîrmeh 16, 2020 17:46 Asia/Tehran
  • Baca şanoyê li Ewropayê ji sedî 5, li Tirkiyeyê ji sedî 30 e

Şanoyên taybet ku ji ber di pêvajoya şewba vîrûsê de salonên xwe girtin, niha ji ber bacê didin dewletê rojên dijwar dijîn. Lîstikvanê Şanoya Bajar a Amedê Yavuz Akkuzu anî ziman ku li ewropa baca şano ji sedî 5 e, lê li Tirkiyeyê ji sedî 30 e û xwest baca didin dewletê kêm bikin.

 

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Piştî şewba Vîrûsa Koronayê (Covid-19) gelek sazî, dezgeh û salon hatin girtin. Yek ji sazî û salonên hatin girtin yên Şano bûn.

Rêxistinên şano û şanoger ên di pêvajoya şewbê de deriyê salonên xwe girtin, di aliyê aborî de gelek zor û zahmetî dîtin. Rêxistinên şano ji ber di vê pêvajoyê de dîsa bacê didin dewletê gelek zahmetiyê dibînin. Bi taybetî ji ber salonên wan hatine girtin û nikarin lîstikên xwe li salonan pêşkêş bikin, hatina wan jî tune ye. Şanogerên ku piştî meha Adarê deriyê salonan girtin, piştî 1'ê Tîrmehê bi şertê ji sedî 50 kêmî kapasiteyê temaşevanan bigirin salon vekirin. Lê heta niha şanoger hêj derneketine ser dikê û listikên xwe nedane pêşandan. Înîsiyatifa Bijî Şanoya me rojên borî daxuyanî dan û gotin: "Şanoyên taybet rojên dijwar dijîn. Divê demek berî demekê zagonekê ji bo şano û şanogeran derxin. Divê bacê kêm bikin. Divê Wezareta Çand û Turîzmê piştgiriyê bidin şanogeran." Şanoya Bajar a Amedê ku piştî qeyûm tayînî şaredariya Amedê kirin û şano avakirin jî ket bin bandora qeyrana aborî. Lîstikvanê Şanoya Bajar a Amedê Yavuz Akkuzu, diyar kir ku rayedarên dewletê wekî bazirganxaneyê li şanoyan dinêrin û wiha got: "Sahneyên şano wekî meseleyek luks dibînin. Şano cih û warên pêşxistina çandê û xizmeta civakê ye. Tu xebatê ji bo qezencê nakin. Li welatên Ewropî bacên şano ji sedî 5 e. Divê baca zêde û taybet bê kêmkirin. Divê KDV û stopaja şanoyan ji nuve bê diyarkirin." Şanogera Bajar a Amedê Berfin Emektar jî anî ziman ku di qada çandê de herî zêde şano dikeve bin bandora qeyrana aborî û wiha got: "Ger ku wisa bidome şanoyên taybet êdî dê nikaribin xebatê bikin. Ji ber şewbê deriyên şanoyan kîlît kirin. Niha jî bi hinceta tedbîrê kapasite daxistine ji sedî 50. Ku salonên şano tijî nebin û nikaribin derkevin ser dikê dê nikaribin li ser piyan bisekinin. Di pêvajoya ku salon ji sedî 100 tijî dibûn dîsa şanoyan bi zorê debar dikir. Niha ji sedî 50 daxistine. Ji bo piştgiriya qadên çand û hunerê heta niha tu gavên şênber ên piştgiriyê nehatine kirin." 

 

 

Serepeyv