Tîrmeh 14, 2020 16:06 Asia/Tehran
  •  Di Wîkîpedîayê de hejmara gotarên bi kurdî 30 hezarî derbas kir

Di Wîkîpedîayê de, hejmara gotarên bi kurdî 30 hezarî derbas kir.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Wîkîpedîa yek ji ansiklopediyên onlayn ên herî mezin li cîhanê ye. Di kategoriya  kurdî ya Wîkîpedîayê de, hejmara gotarên bi kurdî 30 hezarî derbas kir. Weqfa Wîkîmedîayê, di peyama li ser twîtere parve kir de wiha got:

“Di vê mehê de gotarên bi kurdî yên di Wîkîpedîayê de 30 hezarî derbas kir. Pîroz be, we karekê bêkêmasî derxist holê.” 

Li gorî daniyên Tebaxa 2019’an a Wîkîpedîayê, zimanê kurdî bi 721 hezar û 599 peyvan, bû zimanê 9’emîn ê xwedî peyvên herî zêde yên cîhanê. Di Wîkîpedîayê de, kategoriya herî zêde ya gotaran Îngîlîziye. Di kategoriya Îngîlîzî ya Wîkîpedîayê de 6 mîlyon, 120 hezar û 795 gotar hene.

 

 

 

 

 

Serepeyv