Daketina bihaya niftê û pirsgirêkên aboriya cîhanê
Banka Cîhanî li rapora xwe ya herî dawiyê, texmîn kiriye ku rewşa aboriya Îranê ji sedî 2`yê bigihêje ji sedî 5.8`ê.
Li gorî texmînên Banka Cîhanî û Sandiqa navnetewî ya Dirêf (IMF), berhemanîna nesafî ya navxweiya Îranê di sala 2014`ê da zêde ji 1357 milyard dolar bû ku ev hejmaradi sala 2015`ê da giheşte 1381 milyard dolarî. Hatiye texmînkirin ku îsal jî berhemanîna nesafî ya navxweyî ya Îranê 78 milyard dolaran zêde bibe û bigihêje 1459 milyard dolarî.
Ev rapora rewşa baş a aborî ya Îranê di sala pêş da nîşan dide. Lê li gorî boykotan û dewama daketin û jordaçûna bihaya niftê, pişka niftê li bûca Îranê mideha planên pêşxistina aboriyê ber bi kêmbûnê bûye. Îranê bi saya pirrcûrkirina derhatên aboriyê û sermayedanîna li beşên din ên pêşeyî û zêdekirina berhemên nift û meidenan, minetdariya li niftê li bûcê kêm kiriye û xurtkirina aboriya ser bingeha berxwedanê kiriye ewlewiyeta xwe. Li dewama vê siyasetê, minetdariya li derhatên niftê bi gotinek din berçavgirtina derhatên niftê wek çavkanî li bûca sala tê ya Îranê heta nêzî ji sedî 25 daketiye û kêm bûye.
Li gorî hilkolandinên karzanan, heke bermîleke nifta Îranê 25 heta 30 dolarî bê firotinê, derhata nifta Îranê herîzêde yê bigihêje 14 milyar dolarî.
Tevî ku daketina berfire ya bihaya niftê welatên zilhêz li warê aboriyê ku niftê mesref dikin, kêfxweş dike, ev daketina bihaya niftê bûye sedema pirsgirêkên aborî ji bo gellek welatên ku niftê derdixin û difiroşin.
Piştî daketina berfire ya bihaya niftê û texmînên li bara daketina zêdetir j iasta niha, saziyên aboriyê yên navnetewî hin hişyarî li bara rewşa daraiya welatên derînerê niftê hilêxistine.
Banka Cîhanî ûSandiqa Navnetewî ya Dirêf (IMF) di vî warî da ji welatên ereb ên derdora kendava Farsê xwestine ku ji bo sekinîna li hemberî dûhatên daketina bihaya niftê, siyaseta pirrrcûrkirina çavkaniyên derhatê berfire bikin û nermatiya li bazara karê xwe ji bo sekinîna li hemberî bêkariyê xurt bikin. Erebistan jî ku yek ji plandaner û sebebkarên daketina bihaya niftê bûye, niha tûşî meseleyên ji ber daketina bihaya niftê bûye.
Li gorî texmîna Sandiqa navnetewî ya Dirêf kêmasiya bûca Erebistanê îsal giheştiye nêzî 130 milyar dolarî. Niha xercên leşkeriya Erebistanê, ji sedî 11`ê berhemanîna nesafî ya navxweyî ya vî welatî digirin ber xwe. Erebistanê ji bo sekinîna li hemberî zeterên daraiyê, pêvajoya radestkirina şîrketên dewletê bo beşa sivîl destpê kiriye û ragihandiye ku ji sedî 5`ê pişkên Kompaniya Niftê ya Aramko`yê wê radestî beşa sivîl biker, qîmeta ji sedî 5`ê pişkên vê şîrketê jî 350 milyard dolar hatiye texmînkirin.
Girîngiya niftê ji bo aborî û siyaseta derve ya Erebistanê meselyek e ku rola wêya jiyanê heye. Erebistana Siûdî dema peywendiyên xwe bi Îranê ra birrîn, yek ji texmîn û hesabên wê li babeta birêxistina vê gêreyê eva bû ku ev gêreya bibe sedema jordaçûna bihaya niftê û di encamê da derhata vî welatî jî zêde bibe, lê di rastiyê da bihaya niftê tenê çend saetan jorda çû û û paşê bihaya bermîleke wê daket 32 dolarî.
Di her rewşekê da niftê hertim roleke diyarker li aboriya welatên derîner û bifiroşên niftê da hebûye û niha hevsengiya li bazarên niftê li hev ketiye û aloz bûye, vê meseleyê hin dilgiranî li aborî û bazarên sermaye ûbûrsê pêk anîne.
Li gorî nêrîna hin analîzoran, dewama daketina bihaya niftê û daketina bihaya pişkên bûrsên mezin ên cîhanê dikare destpêka qeyraneke nû ya daraiyê ya navnetewî be.