-
Erdogan dê nehêle partiya Davutoglu bikeve hilbijartinê
Çile 19, 2020 10:31Komsyona Bilind a Hilbijartinan a dewleta Tirkiyê Partiya Pêşerojê ku Serokwezîrê îstîfakirî Ehmed Davûdoglu damezrandiye, ji hilbijartinên pêş dûr xist.
-
Yekîtiya Ewropayê ji ber lêgerîna gazê ya li Deriya Sipî rexne li Tirkiyê girt
Çile 19, 2020 08:01Yekîtiya Ewropayê ji ber hewldanên dewleta Tirkiyê yên di çarçova lêgerîna gazê ya li rojhilata Deriya Sipî de rexne li vî welatî girt .
-
Yekîtiya Ewropa alîkariya ji bo Tirkiyê ji sedî 75 kêm kir
Çile 19, 2020 07:45Berpirsê Têkiliyên Derve yê Yekîtiya Ewropa û Nûnerê Bilind ê Siyaseta Parastinê yê vê yekîtiyê Josep Borrel ji Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê re name şand. Tê gotin ku alîkariya ji bo Tirkiyê ji sedî 75 hatiye kêmkirin.
-
Erdoganji Ewropayê dixwaze ji bo bi dawîbûna şer û pevçûnên li Lîbyayê destekê bidin ENqerê
Çile 19, 2020 05:25Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan duh berî lidarketina Rûniştina Berlînê ya derbarê Krîza Lîbyayê de li nivîsekê ku di kovara Politico de hate weşandinê nivîsiye: Ji bîr nekin ku Ewropa pir naxwaze piştgiriya leşkerî bide Lîbyayê û îdia kir: Riya aştiyê Lîbyayê ji Tirkiyê derbas dibe.
-
Tirkîye derxistina têrorîstên DAIŞ`î didomîne
Çile 18, 2020 14:17Wezareta Karên Hundur a Tirkîyê ragihand ku ji dawîya sala 2019`ê ve heta nika 179 endamên bîyanî yên koma têrorîst a DAIŞ`ê ji vî welatî hatine derxistinê.
-
Berdevkê HDP: ''Partîya Pêşerojê binegeya sîyaseta xwe ser xîmê dijminatîya himberî HDP û Demirtaş danîye''
Çile 18, 2020 12:36Berdevkê Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) wek berteka himberî helwestên vê dawîyê yên Partîya Pêşerojê ya Tirkîyê têkildarî Selahedîn Demirtaş Hevserokê berê yê HDP got: ''Partîya Pêşerojê xîmê sîyaseta xwe ser bingeha dijminatîya himberî HDP û Demirtaş danîye.''
-
Serokê CHP: Kesên ku ji Idlibê ber bi sînorê Tirkîyê va tên, têrorîst in
Çile 18, 2020 05:22Serokê Partîya Komarxwaz a Gel (CHP) got: Kesên ku ji Idlibê bo Tirkîyê tên veguhestinê ew têrorîstana ne ku gellek kes kuştin.
-
Tirkîye: Civata Gazê ya Rojhilata Medîteranê civateke sexte ye
Çile 17, 2020 06:21Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Tirkîyê wek berteka himberî lidarxistina civîna Civata Gazê ya Rojhilata Deryaya Medîteranê li Qahirê got: Hewildana jibo veguhesrtina vê civatê bo sazîyeke navnetewê bêyî vexwendina Tirkîyê û Komara Tirknişîn a Bakura Qibrisê ne nîşana hevkarîyê û sextekarî ye.
-
Encama rapirsîyekê: Piştgiriya ji Receb Teyib Erdogan li Tirkiyê kêm bûye
Çile 16, 2020 14:50Zanîngeha Qadir Xas a Tirkiyê ku her sal raporekê ser navê ''bîr û raya civaka Tirkiyê'' cih tîne, encama lêkolîna xwe ya sala 2019`ê weşandiye ku li beşek ji vê raporê hatiye: Piştgiriya ji Receb Teyib Erdogan li Tirkiyê kêm bûye.
-
HDP: Serdar Sulêymanî kesayetiyekî pir giring ê îranî bi awayekî hovane ji aliyê Emerîkayê va hatiye terorkirin
Çile 16, 2020 14:44Hevserokê HDP bal kişand ser şehadeta serdar Sulêymanî, fermandê hêza Quds a Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî ji aliyê hêzêne emerîkî ve û got: Kesayetiyekî pir giring ê îranî bi awayekî hovane bi destê Emerîkayê hatiye terorkirin.