-
Îranê xwe şirîkê xema dewlet û gelê Tirkiyê piştî qewimîna erdheja li rojhilata vî welatî da zanîn
Çile 25, 2020 08:50Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê mixabiniya xwe ji ber qewimîna erdhejê li Tirkiyê da diyarkirin û û xwe şirîkê xema dewlet, gel û malbata goriyên vê buyera diltezîn da zanîn.
-
Erdoxan û Mêrkêlê mijarên Lîbî û navçeyê hilkolandin
Çile 25, 2020 05:34Erdoxên di civîna tev Mêrkêlê da got: Me pêwendiyên dualî, mijarên navçeyê nemaze Sûriye û Lîbiyê gotûbêj kirine.
-
Amadetiya tîmên acîl ên Îranê jibo çûyîna bo Tirkiyê bona alîkariya bo ziyandîtiyên erdhejê
Çile 25, 2020 03:55Li pey qewimîna erdheja giran li rojhilata Tirkiyê, li ser fermana Seîd Nemekî, Wezîrê Tendurustî, Derman û Perwerdehiya Pizişkî yê Komara Îslamî ya Îranê tîmên taybet ê operasiyonê yên Rêxistina Acîl a Îranê jibo alîkariya bo aliyê tirkiyeyî ketine rewşa amadebaşê da ku li gorî ragihandina hewcetiyê ji aliyê Tirkiyê va û li gorî pêwîstiyê bo navçeyên erdhej qewimî yên vî welatî bên şandin.
-
Peyama Demirtaş jibo Kongira HDP: Qebûlkirina Serokatîya partîyê di rewşa nika de nepêkan e
Çile 24, 2020 14:52Hevserokê berê yê Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) di peyamekê de jibo sêyemîn Kongira wê partîyê li Enqerê amajeyî idiayên têkildarî ihtimala berbijarîya wî ya Hevserokatîyê di Kongira HDP ku yê di meha Sibatê de were lidarxistinê kir û got: Qebûlkirina Serokatîya partîyê di rewşa nika de nepêkan e.
-
Tirkîyê nêzî 50 hezar Ton ceh û genim zevt kirin, ji ber talanê kêmbûna nîn li Girêspî heye
Çile 24, 2020 14:03Çavkanîyên meydanî li bakura Sûrîyê ragihandin ku Tirkîyê nêzî 50 hezar Ton ceh, genim û dexl û danên xelkê herêma Girêspî zevt kirin û veguhest depoyên şarê Ûrfayê.
-
Çavdêrê Parlimana Ewrûpayê yê Taybet bi Tirkîyê bi desteya HDP re civîya
Çile 24, 2020 13:30Çavdêrê Parlimana Ewrûpayê yê Taybet bi Tirkîyê bi desteya Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) re civîya.
-
Tirkiyê ji ber piştevaniya leşkerî ya Amerîka û Ewropayê ji PKK'ê rexne kir
Çile 24, 2020 13:18Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyê ragihand: Ewropa û Amerka bi salan e ku ji xebata PKK'ê rexne dikin, lê hema wisa alîkariya leşkerî û çekan bo wê didomînin.
-
Dozgerîya Giştî ya Komara Tirkîyê lêpirsîna têkildarî Berdevkê HDP destpê kir
Çile 24, 2020 05:39Dozgerîya Giştî ya Komarê ya Enqerê ligorî xala 31 a qanûnê lêpirsînek derheq Berdevkê Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) destpê kir.
-
Wezîrê Berevaniya Tirkiyê pêgirî ser pêwîstiya berçavgirtina qanûnên navneteweyî ji aliyê Yûnanê va kir
Çile 23, 2020 15:08Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê daxwaza rêzgirtina Yûnanê li qanûnên navneteweyî kir.
-
Demirtaş ''lmapa kesk'' nîşanî Dawûdoglu û Babacan da
Çile 23, 2020 14:26Hevserokê berê yê Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) amajeyî damezirandina partîya nû ji hêla Ehmed Dawûdoglu Serokwezîrê berê yê Tirkîyê û hewildanên Elî babacan Wezîrê berê yê Abora Tirkîyê jibo damezirandina partîyeke nû li Tirkîyê kir û got: ''Derîyên HDP ser hevkarîya siûlî û dêmokiratîk da ne girêdayî ne.''