-
Tirkiye dibêje me 2 endamên PKK û PKK jî dibêje me 8 leşker kuştin
Tebax 19, 2020 04:58Wezareta Berevaniyê ya Tirkiya ragihand ku di encama operasyoneke balafirên wan yên şer de li Herêma Kurdistanê, 2 hêzên PKKê canê xwe ji dest dane. PKKê di daxuyaniyekê de ragihand ku herêma Heftanînê 7 leşkerên Tirkiyê kuştine.
-
Li Samsunê di nav barhilgirekê de 161 koçber hatin girtin
Tebax 19, 2020 07:25Li bajarê Samsunê yê Tirkiyê di nav barhilgirekê de 161 koçber hatin girtin. Li bajarokê Tekkekoy ê Samsunê ser riya Samsun-Orduyê li Xala Pişkinînê ya Geleman li ser gumanê barhilgirek ji aliyê polîsan ve hat rawestandin.
-
Li Êlihê keça ku rastî destdirêjiya efserekî tirk hatibû canê xwe ji dest da
Tebax 19, 2020 06:56Li bajarê Êlihê yê Kurdan li Tirkiyê ew keça ku ji bo dema 20 rojan ji aliyê efserekî artêşa Tirkiyê ve li malê hatibû zindanîkirin û destdirêjiya wê hatibû kirin canê xwe ji dest daye.
-
Tirkiye - Dolar ji 7,40 Lîreyî derbas kir û rekor şikand
Tebax 18, 2020 14:55Bihayê Dolarê, di saetên serê sibehê de rêjeya 7,40 Lîreyî derbas kir û derket lûtkeya dîrokî ya nû.
-
Li Wanê rojê 800 kes bi gumana Kovîd-19'ê serî li nexweşxaneyê didin
Tebax 18, 2020 08:10Hevseroka Şaxa Sendîkaya Xizmeta Tenduristî û Civakê (SES) Fîgen Çolakoglû, diyar kir ku nexweşxane tije bûne û got, her roj nêzî 800 nexweş serî li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê didin.
-
Ordûya Tikriyê - Şert û mercên karkerên findeqan
Tebax 18, 2020 08:06Karkerên çandiniyê yên demsalî ku ji bo berhevkirina findeqan hatine navçeya Unye ya Ordûyê, li deverên ku av, tualet û serşok lê tunene dimînin.
-
Heta 17ê Tebaxê; Li Tirkiyê hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 231 hezar û 971ê
Tebax 17, 2020 22:25Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna 1002 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 231 hezar û 971ê.
-
PKK: Me helîkoptereke leşkerî ya Tirkiyê xiste xwarê
Tebax 17, 2020 19:03Partiya Karkerên Kurdistanê ya Tirkiyê (PKK) ragihand; li devera Çarçela du helîkopterên artêşa Tirkiyê kirine armanc û yek ji wan ketiye xwarê.
-
Pûtîn ji Erdogan re: Divê danûstandinên Lîbyayê yên yekser dest pê bikin
Tebax 17, 2020 15:25Serokomarê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bi rêya telefonê bi serokkomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan re axivî û got pêwîst e danûstandinên yekser di navbera aliyên şer ên li Lîbyayê de pêk bên.
-
PKK: 10 leşkerên tîmên taybet ên Tirkiyê û 6 endamên PKKê hatin kuştin
Tebax 17, 2020 06:40Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya PKK’ê bi daxuyaniyek nivîskî diyar kir ku hêzên wê 10 leşkerên tîmên taybet ên dewleta Tirkiyê, hatine kuştin.