Li Samsunê di nav barhilgirekê de 161 koçber hatin girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i318782-li_samsunê_di_nav_barhilgirekê_de_161_koçber_hatin_girtin
 Li bajarê Samsunê yê Tirkiyê di nav barhilgirekê de 161 koçber hatin girtin. Li bajarokê Tekkekoy ê Samsunê ser riya Samsun-Orduyê li Xala Pişkinînê ya Geleman li ser gumanê barhilgirek ji aliyê polîsan ve hat rawestandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 19, 2020 07:25 Asia/Tehran
  • Li Samsunê di nav barhilgirekê de 161 koçber hatin girtin

 Li bajarê Samsunê yê Tirkiyê di nav barhilgirekê de 161 koçber hatin girtin. Li bajarokê Tekkekoy ê Samsunê ser riya Samsun-Orduyê li Xala Pişkinînê ya Geleman li ser gumanê barhilgirek ji aliyê polîsan ve hat rawestandin.

Hejmarek koçber çadira barhilgirê bi kêran qetandin û xwestin birevin. Hêzên polîs bo cihê bûyerê hatin şandin û koçberên dixwestin birevin ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin girtin.

Ji ber demeke dirêj di nav barhilgirê de bûn, koçberan ji ber germê û bê hewayiyê çadir qetandin û xwestin hinekî nefesê bistînin.

Barhilgir bo Rêveberiya Beşa Qeçaxçîtiya bi Koçberan hat veguhestin û şofêrê wê bi tawanê qeçaxçîtiya bi mirovan hat desteserkirin. Herçiqas şofêr gotibû ku 115 koçber di nav barhilgirê de ne, lê dema polîsan ew peya kirin û jimartin derket ku 161 koçber têde bûne.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, koçberên desteserkirî xelkê Afganîstan û Pakîstanê ne û lêpirsîna derbarê bûyerê de berdewam e.