-
YE`yê ji Enqereyê re: Yekser xebatên li deryaya Spî rawestîne
Tebax 17, 2020 00:17Berpirsê Siyaseta Derve yê Yeketiya Ewropayê (YE) Josep Borrell yekşemê bang li Enqerayê kir ku "yekser" xebatên lêgerîna li gazê li deryaya Spî rawestîne. Ev yek piştî ragihandina Tirkiyê ku dê van xebatan berfireh bike, pêk hat.
-
Tirkiyê peymana Berevaniyê navbera Fransa û Qibrisê şermezar kir
Tebax 16, 2020 15:31Wezareta karên derve ya Tirkiyê lihevkirinameya leşkerî navbera Fransa û Qibrisê şermezar kir û daxwaza kiryareka berpirsiyaranetir ji aliyê Parîsê derheqê Qibrisê kir.
-
Hevseroka DBP'ê: "Bombebarana Dêrsimê dewama hişmenidya DAIŞê ye"
Tebax 16, 2020 10:39Hevseroka DBP'ê wek berteka li hemberî bombebarana beşeka daristanên Dêrsimê ji aliyê helîkopterên artêşa Tirkiyê va, ev kiryar dewama hişmendiya DAIŞê bi nav kir.
-
Tirkiye - Helîkopterên eskeriyê li Dersimê daristan bombebaran kirin
Tebax 16, 2020 10:35Li texma Alîboxaziyê ya navçeya Xozatê helîkopterên kobrayî qada daristanî bombeberan kirin. Piştî bombeberanê agir bi daristanê ket. Şewata li daristanê hîn jî didome.
-
Polîsan Hevserokê HDP’ê yê Mûşê Yîgît binçav kirin
Tebax 16, 2020 07:30Polîsan, duh serê sibehê li navçeya Kopê bi ser malan de girt û Hevserokê HDP’ê yê Mûşê Abdulbahrî Yîgît binçav kirin
-
Li Rihayê bijîşkekî ji ber şewba Kovîd-19'ê jiyana xwe ji dest da
Tebax 16, 2020 07:27Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê (Şanlî Ûrfa) Dr. Abdûrrahman Demîr ku li navendeke tibbê dixebitî, ji ber şewba Kovîd-19'ê jiyana xwe ji dest da.
-
Ji Bankaya Cîhanê hişyariya Tirkiyê
Tebax 14, 2020 10:41Piştî Fona Pere ya Navneteweyî (IMF), Bankaya Dinyayê jî derbarê daketinên rezervên Bankaya Navendî de Tirkiyê hişyar kir.
-
Agir gihişt bax û baxçeyên gundiyên Licê
Tebax 14, 2020 08:00Agirê ku li Taxa Arikli ya Licê ya Amedê (Diyarbekir) bi daran ket, gihaşt bax û baxçeyan jî. Şêniyên taxê bi derfetên xwe mudaxileyî şewatê dikin.
-
Dest didin ser avahiya NÇM'ê ya 18 salan
Tebax 14, 2020 06:00Xebatkarê NÇM’ê Ferît Elalmış, bertek nîşanî derxistina NÇM’ê ya ji avahiya wê ya 18 salan da û diyar kir ku îhaleya qezenc kirine hatiye betalkirin û mijarê birine darazê. Elalmiş, xwest herkes piştgirî bide wan.
-
Muharrem Înce CHP rexne kir: Spasiya dengdêrên Kurd nekirin
Tebax 13, 2020 18:35Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) Muharrem Înce ku biryar e tevgereke bide destpêkirin, ragihand ku partiya wan di hilbijartinên herî dawiyê de, bi saya dengdêrên Kurd biser ket, lê qet spasiya Kurdan nekir.