-
Li Xelata Bidlîsê di kolanên li Keleha Hundirîn da perçeyên seramîkê yên 5 hezar û 200 salî hatin dîtin
Îlon 08, 2020 03:50Di xebatên kolana li Keleha Hundirîn a li Bajarê Xelata Kevn a li Bidlîsê da perçeyên seramîkê yên 5 hezar û 200 salî ku hat tesbîtkirin yên "Çanda Karazê" ne, hatin dîtin.
-
Leşkerekî artêşa Tirkiyê li Idliba Sûriyê hate kuştin
Îlon 07, 2020 16:36Wezareta Parastinê ya Tirkiyê ragihand ku leşkerekî wê li Idlibê ya bakurê Sûriyê hatiye kuştin.
-
Qeyûmên Farqîn û Giyadînê ji kar hatin dûrxistin
Îlon 07, 2020 13:48Qeyûmên bajarên Farqîn û Giyadînê yên bajrên kurdî li Tirkiyê ku li şûna şaredarên bijartî yên HDPê hatibûn danîn, ji kar hatin dûrxistin.
-
Sewqiyatên dewleta Tirkiyê li ser sînor û rewşa awarte li Yewnanistanê
Îlon 07, 2020 08:12Nakokiyên di navbera dewleta Tirkiyê û Yewnanistanê de zêde dibin. Dewleta Tirkiyê hêzên nû şandin ser sînorê xwe yê bi Yewnanistanê re. Yewnanistanê jî bi nêzbûna tetbîqatên Enqerê, hêzên xwe amade kirin.
-
Le Drian: YE'yê wê li ser dosyeya Tirkiyê bisekine
Îlon 07, 2020 06:04Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean Yves Le Drian diyar kir ku wê rojeva civîna Yekitiya Ewropayê ya di dawiya meha Îlonê de Tirkiye be û wê li ser zextan bisekinin.
-
Erdogan û El-Serac li Stenbolê civiyan
Îlon 07, 2020 05:30Serokkomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan îro li Stenbolê bi Serokê Hikumeta Wîfaqê Fayiz El-Serac re civiya. Ev yek piştî nakokiyên di navbera hikumeta El-Serac û hevdemê destpêkirina danûstandinên Lîbyayê li Mexrêbê, pêk hat.
-
Şandeke partiyên Kurdistanî serdana karkerên Mêrdînî yên bûyera Sakaryayê dike
Îlon 06, 2020 17:43Karvedanên êrişa nijadperestên tirk li ser karkerên Kurd li parêzgeha Sakarya ya Tirkiyê berdewam in û sibê şandek ji nûnerên partiyên siyasî yên nav Tifaqa Kurdistanî serdana wan karkeran dike. Herwiha tê gotin, parêzgarê Sakaryayê ji wan karkeran re ragihandiye ku 3 kes ji êrişkaran hatine desteserkirin.
-
Artêşa Tirkiyê û PKKê amarên şerê xwe belav kirin
Îlon 06, 2020 08:40PKKê ragihand ku hêzên wê li Colemêrgê li yekîneyên veşartî yên artêşa Tirkiyê dane û di encamê de 2 leşker kuştine. Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê jî dibêje ku ji destpêka operasyona Heftenînê ve 320 hêzên PKKê canê xwe ji dest dane.
-
Li 24 gundên Bedlîsê qedexeya hatûçûnê hat ragihandin
Îlon 06, 2020 08:39Li parêzgeha Bedlîsê ya kurdên Tirkiyê bi hinceta operasyonên leşkerî yên artêşa Tirkiyê yên dijî PKKê li 24 gundên sînorê wê parêzgehê qedexeya hatûçûnê hat ragihandin.
-
Tirkiyê ragihand ku dê dest bi tetbîqatên leşkerî bike
Îlon 06, 2020 04:42Tirkiyê ragihand ku dê tetbîqatên leşkerî yên hevpar bi Bakurê Qibirsê re pêk bîne. Ev yek hevdemê rageşiya li rojhilatê deryaya Spî pêk tê.