Leşkerekî artêşa Tirkiyê li Idliba Sûriyê hate kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i319351-leşkerekî_artêşa_tirkiyê_li_idliba_sûriyê_hate_kuştin
Wezareta Parastinê ya Tirkiyê ragihand ku leşkerekî wê li Idlibê ya bakurê Sûriyê hatiye kuştin. 
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 07, 2020 16:36 Asia/Tehran
  • Leşkerekî artêşa Tirkiyê li Idliba Sûriyê hate kuştin

Wezareta Parastinê ya Tirkiyê ragihand ku leşkerekî wê li Idlibê ya bakurê Sûriyê hatiye kuştin. 

Wezareta Parastinê ya Tirkiyê nasnameya leşkerekî xwe ku li Idlibê hate kuştin, eşkere kir.

Di encama êrişeke çekdarî ya kesên nenas li ser baregeheke Tirkiyê ya li derdora herêma Erîha ya başûrê Idlibê kirin de du leşkerên artêşa Tirkiyê jî birîndar bibûn.

Artêa Tirkiyê bi hinceta şerê li dijî terorîstan pareke mezin ji bakuur û bakurê rojhilata Sûriyê dagir kiriye û mesela balkêş eva ye ku di şerê dagirkirina axa Sûriyê komên terorîst alîkariya artêşa Tirkiyê kirin û niha jî ew li deverên dagirkirî damezrandine.