Qeyûmên Farqîn û Giyadînê ji kar hatin dûrxistin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i319348-qeyûmên_farqîn_û_giyadînê_ji_kar_hatin_dûrxistin
Qeyûmên bajarên Farqîn û Giyadînê yên bajrên kurdî li Tirkiyê ku li şûna şaredarên bijartî yên HDPê hatibûn danîn, ji kar hatin dûrxistin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 07, 2020 13:48 Asia/Tehran
  • Qeyûmên Farqîn û Giyadînê ji kar hatin dûrxistin

Qeyûmên bajarên Farqîn û Giyadînê yên bajrên kurdî li Tirkiyê ku li şûna şaredarên bijartî yên HDPê hatibûn danîn, ji kar hatin dûrxistin.

Qeymeqamê Farqînê ku şûna Şaredara HDPê Naşîde Toprak wek qeyûm hatibû erkdarkirin, di çarçoveya lêpirsînekê de ji kar hat dûrxistin. Şûna wî qeymeqamekî din wek qeyûm hate danîn.

Qeymeqamê Giyadîna Agiriyê ku şûna şaredara HDPê Betul Yaşar wek qeyûm hatibû danîn, bi tometa endamtîya Cemaeta Gulen, bi fermana Wezareta Navxwe ji kar hat dûrxistin.

HDPê di hilbijartinên 31 Adara 2019 de, 65 şaredarî bidest xistibûn. Ji ber dûrxistin û danîna qeyûman li ser wan, tenê 10 şaredarî di destê HDPê de mane.