-
Dadgehê 5 sal û 10 meh cezayê girtîgehê da Sirri Sakik
Îlon 15, 2020 11:55Li parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û şaredarê berê yê Agiriyê Sirri Sakik, ji ber daxuyaniya wî ya sala 2015an li Tendirukê bi hinceta “alîkarî û propagandaya rêxistinê kiriye” 5 sal û 10 meh cezayê girtîgehê hat birîn.
-
Kiliçdaroglu û Davûtoglu li Enqerê civiyan
Îlon 15, 2020 15:34Îro Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu li Enqerê serdana Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davûtoglu kir.
-
Rojnama El-Ereb: Piştgiriya Waşîngtonê ji Atinayê bû sedema paşvekişyana Enqerê
Îlon 15, 2020 14:16Rojnama El-Ere çapa Londonê nivîsiye: Piştevaniya Washingtonê ji Atînayê re nakokiya li ser rojhilatê Deryaya Spî rawestand û bû sedem ku Tirkiye keştiya xwe ya vekolandina Enerjiyê vegerîn berava xwe.
-
Li Geverê di encama êrişa PKKê de 7 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin
Îlon 15, 2020 13:19Şervanên PKKê li Geverê li dijî artêşa Tirkiyê ku operasyonek da bû despêkirin, êrişek pêk anî ku di encamê de 7 leşkerên artêşa Tirkiyê hatin kuştin ku yek ji wan payebilind bû.
-
130 kesayetên ji Derya Reş: Êrişên nijadperest bi pirsgirêka kurd ve girêdayî ne
Îlon 15, 2020 07:28130 rewşenbîr, siyasetmedar, hunermend, rojnamevan û welatiyên ku ji Behra Reş in li dijî êrişên nijadperest derketin û diyar kirin ku sedema van êrişên nijadperest ji ber çaresernekirina pirsgirêka kurd ku bi salan e nayê çareserkirin derdikeve holê.
-
Li Dersimê bertek nîşanî projeya madenê dan
Îlon 15, 2020 07:28Rêxistina EMEP’ê ya Dersimê, bertek nîşanî îhaleya madenê ya ku tê plankirin li Dersimê bê avakirin da û got: “Dixwazin jêderkên me yên sererd û binerd talan bikin û gel bêpêşeroj bihêlin.”
-
Li Tirkiyê; Tenê mamosteyek jibo Kurmancî-Zazakî bi kar girtin!
Îlon 15, 2020 05:27Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyê îsal 19 hezar û 910 mamoste bi peyman girtin kar lê di nav wan de tenê yek ji bo "Ziman û Zaravayên Dijîn" (Kurmancî-Zazakî) hat girtin. Li ser vê yekê Mebûsê HDP'ê yê Amede Hişyar Ozsoy pirsiyarnameyek da Wezîrê Karên Perwerdehiyê yê Tirkiyê Ziya Selçuk û pirs jê kirin.
-
Çavuşoglu di televîziyonê de derbarê kurdên Sûriyê û mijarên din ên pêwendîdarê vî welatî axivt
Îlon 14, 2020 17:22Wezîrê Derve yê Tirkiyê nerazîbûn nîşanî rêkeftina MSD û Partiya Îradeya Gel a bi navbeynkariya Rûsyayê da û got jî li gor rêkeftina wan a li gel Rûsyayê pêwîst bû YPG ji Til Rifat û Minbicê derbikeve.
-
Yewnanistan û Tirkiye dê sibê li Brukselê bicivin
Îlon 14, 2020 15:16Ji bo lidarxistina diyalogên leşkerî yên der barê rawestandina ragêşiya li rojhilatê Deryayê Spî de, sibê dê nûnerên Yewnanistan û Tirkiyê li navenda NATO`yê ya li Brukselê bicivin.
-
HDP: Em ê nehêlin ku êrişên nijadperestî asayî bibin
Îlon 14, 2020 11:15HDP'ê têkildarî kuştina karkerekî Kurd li Afyonê daxuyaniyek da û diyar kir, ku ev êriş encama daxuyaniyên desthilatdariya AKP-MHP'ê ye.