-
HDP: Em ê nehêlin ku êrişên nijadperestî asayî bibin
Îlon 14, 2020 06:45HDP'ê têkildarî kuştina karkerekî Kurd li Afyonê daxuyaniyek da û diyar kir, ku ev êriş encama daxuyaniyên desthilatdariya AKP-MHP'ê ye.
-
Nijadperestên tirk li Afyonê êrîşî karkerên Kurd kirin û karkerek kuştin 2 karker jî birîndar kirin
Îlon 14, 2020 08:39Li navçeya Dînarê ya Afyonê bi çekan êrîşî karkerên avahiyan ên ji Erdîşê hate kirin. Karkerê bi navê Ozkan T. can da, karkerên bi navê Firat T. û Emrah O. jî birîndar bûn.
-
Dewleta Tirkiyê keştiya ‘Oruç Reîs’ ji Deryaya Spî kişand
Îlon 14, 2020 04:50Berdevkê hikumeta Yewnanistanê Stelios Petsas diyar kir ku keştiya vekolînkirina gaza xwezayî ya dewleta Tirkiyê duh ji Deryaya Spî derket û vegeriya keştîgeha Antalyayê ya Tirkiyê.
-
Li Wanê; Dîsa tabelayên kurdî rakirin
Îlon 13, 2020 19:16Qeyûmê Bajarê Mezin ê Wanê tabelayên bi kurdî û tirkî ji bo taxên Çaldêrana Wanê hatibûn çêkirin rakirin û ji dêvla wan de tabelayên tenê bi tirkî bi cih kirin.
-
Cotkarên Tûtinê: 'Ger em dev ji tûtinvaniyê berdin em ê biçin rojavayê Tirkiyê bibin karker'
Îlon 13, 2020 09:13Cotkar Ridvan Ceylan ku li Geliyê Xursê debara xwe bi tutinvaniyê dike, bilêv kir ku ji ber kota û maliyeta zêde heqê keda wan bi dest wan nakeve.
-
Ukrayînê endamekî dercebilind ê PKK da ber destê Tirkiyê
Îlon 12, 2020 09:24Rêxistina Îstixbarata Neteweyî ya Tirkiyê(MÎT) di encama operasiyonekê li Ukraynê de endamekî kevn ê PKKê û endamê Konseya Rêveber a PKKê girt.
-
Dadgeha Amedê 10 sal cezayê zindanê da parlamentera HDPê
Îlon 12, 2020 06:05Dadgeha Amedê bi tohmeta “endamtiya rêxistina çekdarî” 10 sal cezayê zindanê li Parlamentera HDPê Remziye Tosun birî.
-
Cengê artêşa Tirkiyê û PKK
Îlon 11, 2020 18:34Wezareta Karên Hundirîn ê Tirkiyê diyar kir ku artêşa vî welatî li parêzgeha Sirtê li dijî PKK operasiyonek daye despêkirin. PKK jî dibêje ku li Wanê 3 serbazên Tirkiyê hatin kuştin.
-
YE: Em amade ne cezayan li Tirkiyê ferz bikin
Îlon 11, 2020 04:58YE'yê ragihand, heke Enqere danûstaninên derbarê sivkirina rageşiya ku piştî şandina keştiyên xwe yên lêkolînê li gaz û peterolê li herêmê derketiye qebûl neke, ew amade ye cezayên zêdetir li dijî wê ferz bike.
-
Li Mêrdînê; Qeyûm karmendê ku strana kurdî parve kir ji kar derxist
Îlon 10, 2020 13:15Beytar Îsmaîl Taş ku li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê weke karmend dixebitî, ji ber ku beriya 2 salan li ser hesabê xwe yê medya civakî straneke kurdî parve kiriye, ji aliyê qeyûm ve ji kar hat derxistin. Pêkanînên antî demokratîk ên li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin, didomin.