Mêrşaymêr: Amerîka neçar e xwestekên Îranê qebûl bike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i359720-mêrşaymêr_amerîka_neçar_e_xwestekên_Îranê_qebûl_bike
Teorîsyenê Amerîkî yê têkiliyên navneteweyî, tenê rêya vekirina Tengava Hormuzê qebûlkirina daxwazên Îranê ji aliyê Amerîkayê ve da zanîn.
(last modified 2026-08-19T13:14:35+00:00 )
Tebax 19, 2026 16:42 Asia/Tehran
  • Mêrşaymêr: Amerîka neçar e xwestekên Îranê qebûl bike

Teorîsyenê Amerîkî yê têkiliyên navneteweyî, tenê rêya vekirina Tengava Hormuzê qebûlkirina daxwazên Îranê ji aliyê Amerîkayê ve da zanîn.

Can Mêrşaymêr got: Zehmet e ku meriv fêm bike ka Amerîka çawa dikare di vê pevçûna bi Îranê re serkeftinek bi sînor jî bi dest bixe. Ger Waşington hêvîdar e ku Tengava Hormuzê veke û rê li ber karesatek aborî bigire, ji bilî ku hema hema hemû daxwazên Îranê qebûl bike bijarteyek din tine. Vî mamosteyê zanîngehê bi bîr xist: Di destpêka şerê li dijî Îranê de, Amerîkayê çar armancên sereke hebûn: guhertina nizamê, bidawîanîna  şiyana zengînkirinê, jiholêrakirina şiyana mûşekî û rawestandina piştgiriya Îranê ji bo komên berxwedanê, ku tu yek ji wan bi dest nexistiye û tu şansek ji bo bidestxistina wan jî tune. Can Mêrşaymêr tekez kir: Amerîkayê vebijarkek leşkerî tune û gurrbûn anakokiyan dê ji bo Amerîkiyan bi karesat be. Berevajî vê, Îranî  dê  vê baweriyê de ne ku  vebijarkek wan a leşkerî heye û dikarin nakokiyan gurr bikin.