Dewleta Tirkiyê keştiya ‘Oruç Reîs’ ji Deryaya Spî kişand
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i319524-dewleta_tirkiyê_keştiya_oruç_reîs’_ji_deryaya_spî_kişand
Berdevkê hikumeta Yewnanistanê Stelios Petsas diyar kir ku keştiya vekolînkirina gaza xwezayî ya dewleta Tirkiyê duh ji Deryaya Spî derket û vegeriya keştîgeha Antalyayê ya Tirkiyê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 14, 2020 04:50 Asia/Tehran
  • Dewleta Tirkiyê keştiya ‘Oruç Reîs’ ji Deryaya Spî kişand

Berdevkê hikumeta Yewnanistanê Stelios Petsas diyar kir ku keştiya vekolînkirina gaza xwezayî ya dewleta Tirkiyê duh ji Deryaya Spî derket û vegeriya keştîgeha Antalyayê ya Tirkiyê.

Berdevkê hikumeta Yewnanistanê Petsas ji Sky Newsê re ragihand ku paşdekişandina keştiya Oruç Reîs, nîşaneyeke pozîtîf e.  

Piştî arîşeyeke demdirêj di navbera dewleta Tirkiyê û Yewnanistanê de ku hişt Yekitiya Ewropayê û di serî de Fransa destwerdana aloziyê bikin û gefan li dewleta Tirkiyê bixwin, dewleta Tirkiyê keştiya xwe ji Deryaya Spî vekişand.