-
PKK: Nûçeya ''Hêzên PKKê li Ermenistanê şer dikin', derew e
Çirî 03, 2020 16:23Berdevkê Komîteya Têkiliyên Karê Derve ya PKK’ê Serdem got: "Rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst ji ber şerê Azerbeycan-Ermenistanê derbarê tevgera me nûçeyên derew belav dike, di serî de li dijî gelê me û gelan dixwaze dijminahiyê kûrtir bike.”
-
Amerîkayê derbarê şerê Ermenîstan û Azerbeycanê de Tirkiye hişyar kir
Çirî 03, 2020 09:56Wezîrê derve yê Amerîkayê derbarê şerê Ermenîstan û Azerbeycanê de Tirkiye hişyar kir.
-
Dadgehê biryara girtina 17 rayedarên HDPê da
Çirî 03, 2020 08:28Ji 20 parlamenter û berprisên HDPyî ku 8 rojan beriya niha di çarçova lêpirsîna bûyerên sala 2014an ên Kobanî de ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê ve hatibûn desteserkirin, 3 kes bi merc hatin berdan û ji bo 17 kesên din jî biryara girtinê hat dan.
-
Macron: Dewleta Tirkiyê 300 çeteyên ji Sûriyê şandine Komara Azerbêcanê
Çirî 03, 2020 07:44Serokê Fransayê Emmanuel Macron piştrast kir ku dewleta Tirkiyê derdora 300 çeteyên Sûriyê yên girêdayî xwe şandine herêma Nagornî-Qerebaxê.
-
Yewnanistan: Nama Ewropayê ji Tirkiye re zelal e
Çirî 03, 2020 06:22Serokê Yewnanistanê Kyriakos Mitsotakis ku beşdarî civîna Ewropayê bûye got: YE’yê ji bo dewleta Tirkiyê û piştgiriya Yewnanistanê û Qubrisê nameyeke zelal şandiye. Tê zanîn ku civîna Ewropayê ev du roj in li paytexta Belcîkayê Brukselê li dar dikeve.
-
Li Erziromê dîmenên bira bizinkoviyan hat kişandin
Çirî 02, 2020 15:19Li Olura navçeya Erziromê bizinkoviyên nêçîra wan qedexe ye û di bin parastinê da ne ji bo çêreyê bibînin hinekî daketin taxê û dîmenên wan hatin kişandin.
-
Piştî girtina Hevşaredar Ayhan Bîlge; Qeyûm tayînî Şaredariya Qersê hat kirin
Çirî 02, 2020 09:54Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyê piştî girtina Hevşaredar Ayhan Bîlgen, kêliyek şûn ve qeyûm danîn ser Şaredariya Qersê.
-
Dewama dijayetiya digel HDPê li Tirkiyê; Ji ‘Lêpirsîna Kobanê’ 17 HDP’yî hatin girtin
Çirî 02, 2020 09:54Di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” de ji 20 siyasetmedarên 9 roj in di binçavan de bûn 17 siyasetmedar hatin girtin.
-
Rûsya û Tirkiye daxwaza ragehandina agirbesta lezgîn li Qerebaxê dikin
Çirî 01, 2020 19:38Îşev 01.10.2020ê wezîrên derve yên Rûsyayê û Tirkiyê daxwaza ragehandina agirbesta lezgîn li herêma Qerebaxê dikin.
-
SOHR: “Bi dehan” çekdarên Tirkiyê di şerê Azerbaycan û Ermenistanê de hatine kuştin
Çirî 01, 2020 18:17Tê gotin ku di şerê Azerbeycan û Ermenistanê de, bi dehan çekdarên Sûrî yên ku Tirkiyê bo piştevanîkirina hêzên Komara Azerbaycanê şandine şer, hatine kuştin.