-
Li Tirkiyê 139 kesên din bi Koronayê mirine
Tesrîn 22, 2020 16:29Wezareta Tendirustiya Tirkiyê ragihand di 24 saetên dawîn de 6 hezar û 17 pêketiyên vîrusa Koronayê hatin tomarkirin ku ev rekorek nû ye û herwiha 139 kesan jî bi virûsê canê xwe ji dest dan.
-
Erdogan: Em Kobaniyê jibîr nakin
Tesrîn 22, 2020 17:27Serokomarê Tirkiyê li ser gotinên Bulent Arinç ên derbarê Selahedîn Demîrtaş de axivî û got, ew gotinên wî yên şexsî ne û nabe bi “Serokomar, hikûmet û partiya me bên têkildarkirin” û got, “Em Kobaniyê jibîr nakin!”
-
Berdevkê Erdogan: Gotinên Arinç ên derbarê Demîrtaş de boçûnên wî ne
Tesrîn 22, 2020 17:14Berdevkê Serokomariya Tirkiyê li ser gotinên Bulent Arinç ên derbarê Selahedîn Demîrtaş de got, ew “li ser navê Serokomarê me naaxivin. Fikr û boçûnên xwe dibêjin.”
-
Rojnama El-Ereb: Serdana Pompeo bo Stenbolê, xirabûna têkiliyên Amerîka-Tirkiyê nîşan dide
Tesrîn 22, 2020 11:25Rojnama El-Ereb a Qeterî nivîsî: “Paşguhkirina rayedarên Tirkiyê ji aliyê wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ve di serdana xwe ya sêşemê ji bo Stanbolê de, bi xwe re nîşaneyên guhertina siyaseta rêveberiya Amerîkayê ya nû tîne. Di demekê de ku Enqere li ser siyaseta serokê nû yê Amerîkayê Jeo Biden li hemberî xwe, bi fikar e ku çavdêr dibînin dê di çareserkirina dozên heyî de ji siyaseta rêveberiya berê hişktir be.”
-
Opozîsyona Almanyayê dixwaze qedexeya çekên Almanî daynin ser Tirkiyê
Tesrîn 22, 2020 06:25Partiyên opozîsyon ên Almanyayê yên wekî Partiya Keskan û Partiya Çep, ji ber alozî û nakokiyên li ser Sûriye, Libya, Rojhilatê Deryaya Spî û Qibrisê daxwaza danîna dorpêça çekan bo ser Tirkiyê dikin û pêşniyarnameya xwe dane meclisê.
-
Li Tirkiyê 135 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dane
Tesrîn 22, 2020 05:17Li Tirkiye di 24 saetên borî de ji ber vîrûsa koronayê û 135 kesan canê xwe ji dest dan.
-
Tirkiyê dema lêgerîna gaz û petrolê li deryaya Spî dirêj kir
Tesrîn 22, 2020 05:01Hikûmeta Tirkiyê dema lêgerîna gaz û petrolê li deryaya Spî heta 29'ê Mijdarê dirêj kir.
-
Li Şirnexê - Bircên Fînîkê ji ber xemsariya dewletê hildiweşin
Tesrîn 21, 2020 15:56Bircên Fînîkê yên dîrokî yên li gundê Keraşînê yê navçeya Basayê, bi tunebûn û hilweşandinê re rû bi rû ne.
-
Li Tirkiyê di nava du mehan de 43 jin hatin qetilkirin
Tesrîn 21, 2020 12:59Bi nêzîkbûna Roja Cîhanî ya Tundiya li ser Jinan, di nava du mehan de li Tirkiyê zêdetirî 43 sûc li dijî jinan pêk hatiye.
-
Li Dêrsîmê ji ber berf û pûkê rêya 25 gundan hat girtin
Tesrîn 21, 2020 12:36Li Dêrsîmê ji ber berf û pûkê rêya gundan ji çûn û hatinê ra hatiye girtin.