Tirkiyê dema lêgerîna gaz û petrolê li deryaya Spî dirêj kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i321622-tirkiyê_dema_lêgerîna_gaz_û_petrolê_li_deryaya_spî_dirêj_kir
Hikûmeta Tirkiyê dema lêgerîna gaz û petrolê li deryaya Spî heta 29'ê Mijdarê dirêj kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 22, 2020 05:01 Asia/Tehran
  • Tirkiyê dema lêgerîna gaz û petrolê li deryaya Spî dirêj kir

Hikûmeta Tirkiyê dema lêgerîna gaz û petrolê li deryaya Spî heta 29'ê Mijdarê dirêj kir.

Tirkiye careke din ji bo keştiya Oruç Reîs ya lêgerîna gaz û petrolê navteks ragihand. Li gorî daxuyaniyê Keştiya Lêkolînê ya Oruç Reîs, dê heta 29ê Mijdarê li Behra Spî xebatên xwe bidomîne, keştiyên bi navê Ataman û Cengizxan jî wê bi wê ra bin.

Li gor daxuyaniya dezgeha lêgerîna çavkaniyên siruştî, erkê keştiya Oruç Reîs heta 29'ê Mijdarê hatiye dirêjkirin û ji bo vê navteks hatiye ragihandin.

Li Derya Naverast lêgerînên Tirkiye bo gaz û petrolê, ji hêla Yekîtiya Ewropa ve wek binpêkirina serweriya axa Qibris û Yewnanistanê tê binavkirin.