Li Tirkiyê 135 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dane
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i321623-li_tirkiyê_135_kesên_din_bi_koronayê_canê_xwe_ji_dest_dane
Li Tirkiye di 24 saetên borî de ji ber vîrûsa koronayê û 135 kesan canê xwe ji dest dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 22, 2020 05:17 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê 135 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dane

Li Tirkiye di 24 saetên borî de ji ber vîrûsa koronayê û 135 kesan canê xwe ji dest dan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 21ê Mijdarê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kirin û ragihand, di 24 saetên borî de 5532 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û 135 kesan canê xwe ji dest dan.

Bi vî awayî, hejmara nexweşan gihiştiye 440 hezar û 805 kesan û  û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 12 hezar û 219 kesan.

Wezîrê Tendirustiya Tirkiye Fexredîn Koca dabû xuyakirin, vîrûsa korona di demên dawî de bi awayeke lezgîn belav dibe û hejmara nexweşên bi korona rojane pênc hezar kesan derbas dike.