-
Li Tirkiyê 124 kesên din bi vîrûsa Koronayê mirin
Tebax 11, 2021 03:09Li Tirkiyê di 24 demjimêrên bihorî de 26 hezar û 597 kes bi vîrusa KOVÎD-19 ketin û 124 kesan jî canê xwe ji dest da.
-
Tirkiyê balyozê Swîsê vexwend
Tebax 11, 2021 04:47Tirkiyê wek itiraza li hemberî hevkariya Swîsê tev Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), balyozê vî welatî vexwend.
-
Gundiyên nerazî ji ber qutkirina elektrîk riya Riha-Mêrdînê girtin
Tebax 10, 2021 18:46Li navçeya Xelîliye ya Rihayê cotkaran qutkirina elektrîka hejmarek gundan ji aliyê kompanyaya dabeşkirina elektrîkê ya Tirkiyê (DEDAŞ) ve protesto kirin û riya navbera Riha-Mêrdînê girtin.
-
Kurdan ji ber kiryarên nijadperestî rezervasyonên xwe hilweşandin
Tebax 10, 2021 18:05Ji ber şewata daristanan a li bajarên Tirkiyê û rêgirtin û kontrolkirina nasnameyan a nijadperestan, kurdên ku dixwestin biçin li wan bajaran tetîla xwe bikin, rezervasyonên xwe yên îsal betal kirin.
-
Li Qersê 5 endam û rêveberên HDPê hatin desteserkirin
Tebax 10, 2021 12:12Li bajarê Qersê yê kurdnişîn li rojhilatê Tirkiyê, hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê bi ser çend navnîşanan de girtin û 5 endam û rêveberên HDPê bi tometa “endamtiya rêxistinê” desteser kirin.
-
Li Tirkiyê 22,699 kes bi Covid-19 ketin
Tebax 09, 2021 04:22Li Tirkiyê di 24 demjimêrên bihorî de 22 hezar û 699 kes bi vîrusa Covid-19 ketin û 108 kesan jî canê xwe ji dest da.
-
Cûreya Delta ya Koronayê li rojhilat û başûrê rojhilatê Tirkiyê zêde belav dibe
Tebax 08, 2021 13:00Cûreya vîrûsa Deltayê ya Koronayê li rojhilat û başûrê rojhilatê Tirkiyê ku piraniya nişteciyên wan kurd in her diçe belavtir dibe. Pizîşkekî Pispor dibêje, Tirkiye niha di nav pêla çaremîn de ye.
-
Li Tirkiyê di bûyerekî hatûçûnê de 14 kesan jiyana xwe ji dest dan
Tebax 08, 2021 08:51Otobûsa rêwiyan a ji Zongoldakê ve diçû bo Îzmirê, li Balikesîrê rê derket û qulibî. Di bûyerê de 14 kesan jiyana xwe ji dest dan, 18 kes jî birîndar bûn.
-
Erdogan amarên nû li ser şewata Tirkiyê belav kir
Tebax 08, 2021 06:28Serkomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ragihand ku ji 214 şewatên daristanan ên li 46 bajaran, 202 şewat hatin kontrolkirin.
-
Agirê li 13 daristanên 6 parêzgehên Tirkiyê berdewam e
Tebax 07, 2021 14:08Agirê daristanên Tirkiyê kete roja xwe ya 10emîn. Heta niha jî li 6 parêzgehên Tirkiyê agir û dûkêl li 13 daristanan bilind dibe. Li parêzgehên Mugla û Antalyayê ku navêndên girîng yên geştiyariyê bûn agir li 7 daristanan berdewam e. Vê yekê jî metirsî li ser santrala berhemanîna elektrîkê ya li navçeya Milasê çêkiriye.