-
Hikûmeta Tirkiyê li Wanê 78 koçber û penaber girtin
Tebax 22, 2021 00:09Li navçeya Riya Armûşê ya ser bi Parêzgeha Wanê li başûrê rojhilatê Tirkiyê ve, 78 koçber hatin desteserkirin.
-
Erdoxan careke din li ser îmkana gotûbêja bi Talibanê ra tekez kir
Tebax 21, 2021 08:50Serokomarê Tirkiyê careke din got: Me pêştir bi Talibanê ra muzakire kiriye û eger pêwîst be, em ê careke din jî muzakire bikin.
-
Li Tirkiyê 204 kes bi Koronayê canê xwe ji dest da
Tebax 21, 2021 07:03Di 24 saetên dawî de, li Tirkiyê 293 hezar û 252 testên Covid-19'ê hatin kirin, ku li gor encaman 19 hezar û 918 kes bi vê vîrusê ketine û 204 kes ji pêketiyên Koronayê jî canê xwe ji dest da.
-
Babacan: Em di serdemeke nijadperestiyê de derbas dibin
Tebax 20, 2021 09:54Serokê Partiya Demokrasî û Pêşdeçûnê (DEVA) Alî Babacan got: Em di serdemekê de ne ku nijadperestî û cudakarî li Tirkiye û cîhanê pir zêde bûye. Zimanê cudaker û marjînal ê siyasetê ne rast e. Zimanê siyasetê ne yê ku cihê dikê, yê ku dike yek, pir girîng e. Zimanê siyasetê bandorê li civakê dike.”
-
Piraniya xelkê Tirkiyê dixwazin pirsgirêka kurd bi demokrasî, biratiya îslamî û pêşxistina aboriyê çareser bibe
Tebax 20, 2021 05:44Li gorî encamên rapirsîna dawî li Tirkiyê, zêdetirî 35.5% xelkê çareserkirina pirsgirêka kurd di pêşxistina demokrasiyê û bihêzkirina rêveberiyên herêmî, %22 di bihêzkirina biratiya îslamî û %19.5 jî di pêşxistina aboriyê de dibînin.
-
Erdoxan: Em amade ne bi Talibanê ra hevkarî bikin
Tebax 19, 2021 08:23Serokomarê Tirkiyê amadetiya Enqerê jibo hevkariya tev Koma Talibanê li Efxanistanê ragihand.
-
Li Tirkiyê 168 kesên din bi Koronayê mirin
Tebax 19, 2021 05:25Li Tirkiyê 168 kesên din bi Koronayê mirin û nêzîkî 20 hezar kes jî pê ketin.
-
Balyozxana Amerîkayê: Me ti rêkevtineke nihênî bi Tirkiyê re nekiriye
Tebax 18, 2021 17:54Amerîka red dike ku Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li ser koçber û penaberên Efxan gehiştibin rêkeftinê.
-
Li bajarê Qersê li rojhilatê Tirkiyê bîranîna şehîdên Kerbelayê
Tebax 18, 2021 17:41Di roja Tasûyayê de hogir û evîndarê ehlê beytê (S) li bajarê Qersê yê rojhilatê Tirkiyê ku rûniştiyên wê piranî kurd in merasima tazîdariyê li dar ket.
-
Tirkiye: Em peyamên Talîbanê erênî dibînin
Tebax 18, 2021 16:55Wezîrê Derve yê Tirkiyê radigihîne, Enqere heta niha bi erênî li peyamên Talîbanê dinêre û dê piştevaniya yekîtî û aramiya Efxanistanê bike.