-
Berdewamiya êrişên neqanûnî yên Artêşa Tirkiyê ser gundên Zaxoyê li bakura Iraqê
Îlon 06, 2021 11:47Artêşa Tirkiyê a ku gelek dever li bakura Iraqê dagir kirine gundên Minnê û Bankê yên dikevin ser bajarokê Batûfa topbaran kirin. Ji ber topbaranê cereyana her du gundan jî qût bû.
-
Di qezaya lêketina trenê li mînîbûsê li Tirkiyê de 16 kuştî û birîndar hene
Îlon 04, 2021 20:42Li Tirkiyê ji ber ku trena barhilgir li mînîbusekê ket 6 kes mirin û 10 kes jî birîndar bûn.
-
Şerên giran navbera artêşa Tirkiyê û PKKê li Avaşînê
Îlon 04, 2021 18:52Şer û pevçûnên di navbera PKK û artêşa Tirkiyê de berdewam in. PKKê kuştina 5 serbazên Tirkiyê li Avaşînê û nasnama 2 şervanan ragihand û Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê jî dibêje, li Gare 7 şervanên PKKê di êrişên wan de jiyana xwe ji dest dane.
-
HPG: Li Tendurekê 10 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin
Îlon 03, 2021 09:53HPG dibêje, li herêma Tendureka Agiriyê 10 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin. Li gor Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî roja 30ê Tebaxê, 12 hêzên PKKê di êrişên hêzên wan de jiyana xwe ji dest da.
-
Pervin Buldan: Pirsgirêka Kurd a hemû kesên xwedî wijdan e
Îlon 02, 2021 09:06Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervin Buldan, ragihand ku pirsgirêka Kurd û pirsgirêka aştiyê tenê ne ya HDP ne û ew pirsgirêka hemû kesên xwedî wijdan e.
-
Erdogan: Em amadekariyan bo destûra nû dikin
Îlon 02, 2021 06:24Serokkomarê Tirkiyê duh li Enqerê di daxuyaniyekê de li ser destûra nû ya Tirkiyê axivî û got, “Em dê di mehên destpêkê yên sala pêş me de, amadekariyên xwe yên derbarê destûra nû de pêşkêşî miletê xwe bikin.”
-
Tirkiye; Li 4 herêmên kurdnişîn daristan dişewitin
Îlon 01, 2021 10:21Şewatên daristanan ên li Dersim, Çewlik, Bedlîs û Şirnexê didomin. Li bajarên ku derveyî Çewlikê, mudaxaleya hewayî lê wan nayê kirin, welatî ligel tîmên agirkujiyê bi derfetên xwe hewl didin şewatê vemirînin.
-
Tirkiye; Şewata li Geliyê Mûnzûrê berbelav dibe
Îlon 01, 2021 06:53Şewata daristanan ku li Geliyê Mûnzûrê dest pê kir, rexmî mudaxaleya tîmên şaredariyê û niştecihên herêmê jî nayê vemirandin û berbelav dibe.
-
Demirtaş: Bi zanebûn daristanên Dêrsimê têne şewitandin
Tebax 31, 2021 11:08Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş derbarê agirê li darîstanên parêzgeha Dêrsimê de ragihand ku şewata daristanan bi zanebûn hatiye destpêkirin û sedema ku nayên vemirandin ne kêmasiya teknîkî ye.
-
Zêdexwaziyên Erdogan li navçeyê: Her kesek bixwaze li navçeyê karekî bike, divê ji Tirkiyê destûr bistîne!
Tebax 31, 2021 08:57Serokomarê Tirkiyê di dewama gotinên xwe yên zêdexwazane îdia kir: Her kesek bixwaze li navçeyê karekî bike, divê ji Tirkiyê destûr bistîne.