-
Soylu hejmara Sûriyên ku nasnameya Tirkiyê wergirtine eşkere kir
May 10, 2022 10:46Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê ragihand ku heta niha 200 hezar û 950 penaberên Sûrî nasnama Tirkiyê wergirtine.
-
PKK: Li Şêladizê 3 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin
May 10, 2022 09:00Tîmeke şervanên PKKê li dijî baregeheke dewleta Tirkiyê a navçeya Şêladizê li Herêma Kurdistanê, êrişek kirin. Hate ragihandin ku di çalakiyê de 3 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.
-
Polîsê Tirkiyê li Wanê 2 kesên 78 û 80 salî girtin
May 10, 2022 08:30Li Wanê Maqbûle Ozera 78 salî û hevjînê wê Hadî Ozer ê 80 salî bi îdiaya "alîkariya rêxistinê kirine" hatin girtin.
-
Hejmara deyndarên bankan li Tirkiyê zêde bûye
May 09, 2022 13:43Dayîna hikmên binçavkirinê û destdanîna ser heyîtiyên gel li Tirkiyê ji ber ku nikarin deynên bankan bidin, zêde bûye.
-
Çima Erdoxan Osman Kavala û Demîrtaş hebs kirin?
May 09, 2022 05:18Cohgerî Guven rojnamevanê bi gengeşe û aşkiraker ê Tirkiyê di vîdyoyekê da îdia kir ku hegera birîna hikmê zîndaniya hetahetayî ji bo Osman Kavala bazirgan û çalakê mafên mirovan, hevbaweriya wî tev Seêahedîn Demîrtaş hevserokê berê û girtî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û dijberiya van her duyan di gel pergala serokkmartiyê li Tirkiyê, her wiha serokkomartiya Receb Teyib Erdoxan bûye.
-
Civîna awarte ya fermandeyên leşkerî li Şirnexê: Şerê li Kurdistana Tirkîyê tê dijwarkirin
May 08, 2022 16:55Di opêrasyona Çîyayê Cûdîyê da 8 leşkerên Tirkîyê hatin kuştinê artêşa vî welatî di şerê 21 rojî yê dijî PKK li Kurdistana Iraqê da jî serkevtî nebûye, lewma fermandeyên leşkerî biryar dan ku zorê bidin ser Kurdistana Tirkîyê.
-
Girtina koçberan li Tirkiye didome
May 08, 2022 12:12Hikûmeta Tirkiyê di dewama siyasetên xwe dijî koçberan da, 232 koçberên din li Stembolê desteser kirin.
-
Meytê kolberê kurd ê îranî piştî 4 mehan hat peydakirin
May 08, 2022 10:37Niştecihên gundê Gare ser bi parêzgeha Colemêrgê cenazê bê rih ê Barzan Mîhenî yek ji 3 kolberên kurd ên bêserûşûn piştî 4 mehan peyda kirin.
-
MetroPoll: Li Tirkiyê %66ê xelkê bawer nakin desthilat bikare rewşa aborî baş bike
May 07, 2022 12:33Li gor rapirsiyeke Kompanyaya Lêkolîn û Rapirsiyan a MetroPOLLê li Tirkiyê ji sedî 66ê xelkê bawer nakin ku hikûmeta AKPê bikare rewşa aborî baş bike. Zêdetirî ji sedî 20ê beşdaran ku wiha dibêjin dengdêrên AKPê û şirîkê wê MHPê ne.
-
Li çiyayên Pulûra Dêrsimê belekiyên berfê û li jêrê jî rengê biharê heye
May 07, 2022 07:48Li Pulûra navçeya Dêrsimê berf heliya û deşt û zevî bere bere rengê biharê dixemilin.