Meytê kolberê kurd ê îranî piştî 4 mehan hat peydakirin
May 08, 2022 10:37 Asia/Tehran
Niştecihên gundê Gare ser bi parêzgeha Colemêrgê cenazê bê rih ê Barzan Mîhenî yek ji 3 kolberên kurd ên bêserûşûn piştî 4 mehan peyda kirin.
Ligorî rapora Ajansa Nûçeyan a Mezoêotamiyayê, niştecihên gundê Gareyê ser bi Şemzînanê, duh li Gelêşmê ku ketîye Gelîyê Binarê, meytê bê can ê Barzan Mîhenî kolberê bêserûşûn ku xelkê herêma Mirgewer a Ûrmîyê ye, peyda kirin.
Meyt jibo otopsîyê veguhestin nexweşxana Geverê.
Xelkê gundê Gareyê herwiha bi awayekî komkî dest bi lêgerîna bo peydakirina meytên Esed û Behlûl Sîdanî her du kolberên din ên bêserşûn kirin. Ligorî agahîyan hejmarek zêde ya niştecihên gundê Bava`yê jî tevlî vê lêgerînê bûne.