Girtina koçberan li Tirkiye didome
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i333810-girtina_koçberan_li_tirkiye_didome
Hikûmeta Tirkiyê di dewama siyasetên xwe dijî koçberan da, 232 koçberên din li Stembolê desteser kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 08, 2022 12:12 Asia/Tehran
  • Girtina koçberan li Tirkiye didome

Hikûmeta Tirkiyê di dewama siyasetên xwe dijî koçberan da, 232 koçberên din li Stembolê desteser kirin.


 

Polîsê Tirkiyê, di operasyonekê da li navçên Fatih, Beşîktaş, Bakirkoy, Zeytûnborno, Kadîkoy, Beyoglu û Skodarê  bi merema girtina welatiyên biyanî ku bi awayê neqanûnî derbasî nav Tirkiyê bûne, 232 koçberên neqanûnî li Stembolê girtin. 

122 kes ji yên ku biryar e ji Tirkiyê bên derxistin, welatiyên Efxanistan, 35 kes welatiyên Sûriyê, 14 kes welatiyên Uzbekistanê, 9 kes welatiyên Pakistanê û 52 kes jî ji welatên din in. 

 Li gorî vê raporê, ji destpêka  îsal ve 3 hezar û 210 kesên ku neqanûnî derbasî nav Tirkiyê bibûn, li Stembolê hatine girtin.