CHP: Hikûmeta Colanî rêya Seddam Hisên bo kuştina kurdan girtîye ber xwe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i358027-chp_hikûmeta_colanî_rêya_seddam_hisên_bo_kuştina_kurdan_girtîye_ber_xwe
Parlimanterekî Partîya Komarxwaz a Gel (CHP) ya Tirkîyê got ku heke hikûmeta Sûrîyê di dema kuştina kurdan da amajeyî sûreta Enfalê dike, eva ne hunera bi sîyasetê belku bangewazîya ji bo qirrkirinê ye, ji ber ku hela ji bîra me neçûye Seddam Hisên çawan dema kuştina kurdan amajeyî sûreta Enfalê dikir.
(last modified 2026-01-21T12:55:51+00:00 )
Çile 21, 2026 15:31 Asia/Tehran
  • CHP: Hikûmeta Colanî rêya Seddam Hisên bo kuştina kurdan girtîye ber xwe

Parlimanterekî Partîya Komarxwaz a Gel (CHP) ya Tirkîyê got ku heke hikûmeta Sûrîyê di dema kuştina kurdan da amajeyî sûreta Enfalê dike, eva ne hunera bi sîyasetê belku bangewazîya ji bo qirrkirinê ye, ji ber ku hela ji bîra me neçûye Seddam Hisên çawan dema kuştina kurdan amajeyî sûreta Enfalê dikir.

Înan Akgûn Alp parlimanterê CHP yê Qersê li meclisa Tirkîyê got: Wezareta Ewqafê ya ya Hikûmeta Sûrîyê mijara axavtinê ji bo pêşnimêjan şandîye ku tê da tekezî ser sûreta Enfalê ji bo kuştina kurdan hatîye kirin û hatîye xwestin ku êrişa ser kurdan wek ``fetih`` bi nav bikin ku ev yeka sedema dilnigeranîyê ye. Vî parlimanterê CHP got ku ev biryara Wezareta Ewqafê ya Hikûmeta Sûrîyê nîşan dide ka armanc ji êrişên ser bakura vî welatî çî ye.