Li Tirka rêyên 1000 û 369 gundan hatin girtin
Kanûn 29, 2025 18:01 Asia/Tehran
Li dewrên kurdnişîn ên Tirka de ji ber berfa giran, rêyên hezar û 369 gundan hatin girtin.
Li parêzgehên Xarpêt, Çewlîg, Sêrt, Şirnex, Erzirom, Agirî, Qers, Sêwaz, Wan, Colemêrg, Bedlîs, Mûş û Mêrdînê yên Tirka ji ber berfê rêyên hezar û 369 gundan hatin girtin.
Li Amed, Mêrdîn û Şirnexê hinek geştên asmanî hatin betalkirin.
Li wan deweran 2 roj in pêleke berfê dest pê kiriye û jiyana rojane gelekî zehmet bûye.
Li parêzgeha Erziromê rêyên 131 gundan ji ber berfê hatine girtin. Li parêzgeha Xarpêtê û navçeyên wê ji ber berfê rêyên 423 gundan hatine girtin.
Li parêzgeha Çewlîgê rêyên 96 gundan hatine girtin