Kanûn 27, 2025 15:02 Asia/Tehran
  • Li dewerên kurdnişîn ên Tirkiyê, Rêyên bi sedan gundan hatin girtin

Li dewerên kurdnişîn ên Tirkiyê barîna berf û baranê bi giranî berdewam e û rêyên bi sedan gund û mezrayan hatiye girtin.

Li parêzgehên Wan, Colemêrg, Bedlîs, Mûş, Sêrt, Xarpêt û Şirnex û Meletiyê rêyê 497 gund û mezrayan ji ber berfê girtî ye.

Li Colemêrgê rêyên 2 gund û 10 mezrayan girtî ne û li navenda bajêr jî berf berdewam dibare.

Li Bedlîsê rêyên 180 gund û mezrayan ji ber berfê girtî ne.

Li navçeya Gimgimê ya Mûşê jî rêyên 25 gundan girtî ne.

Li Sêrtê rêyêm 45 gundan, li Xarpêtê ya 23 gundan û li Şirnexê jî rêyên 6 gundan hatiye girtin.

Serepeyv