Hevdîtina endamên şanda Îmraliyê bi wezîrê dadweriyê yê Tirkiyê re
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i357609-hevdîtina_endamên_şanda_Îmraliyê_bi_wezîrê_dadweriyê_yê_tirkiyê_re
Şanda Îmraliyê tekezî ser rakirina astengiyên li pêşiya azadkirina girtiyan û amadetiya Wezareta Dadweriyê ji bo hêsankirina pêvajoya aştiyê kir
(last modified 2025-12-23T11:43:30+00:00 )
Kanûn 23, 2025 10:46 Asia/Tehran
  • Hevdîtina endamên şanda Îmraliyê bi wezîrê dadweriyê yê Tirkiyê re

Şanda Îmraliyê tekezî ser rakirina astengiyên li pêşiya azadkirina girtiyan û amadetiya Wezareta Dadweriyê ji bo hêsankirina pêvajoya aştiyê kir

Endamê şanda Îmraliyê ya DEM partiyê piştî hevdîtina bi Wezîrê Dadweriyê yê Tirkiyê re, ragehandin ku gotûbêjeke tam û tekûz derbarê edalet, qanûnên têkildarî pêvajoya aştiyê û pirsgirêkên girtiyan hatiye kirin.

Di vê civînê de, mijara reformên hiqûqê, wekheviya di cîhanîna biryaran û sazîkirina aştiyê li gorî qanûnê hate tekezkirin. Mîdhet Sencer ragihand: Wezareta Dadweriyê ji bo pêşvebirina pêvajoya aştiyê amadekariyên berfireh û çendalî kiriye û ji rola girîng a edalet û garantiyên hiqûqê li mayîndebûna aşitiyê agehdar e.