Hevserokê DEM partiyê xitabî CHPê: Dijberiya desthilatê nekin dijberiya çareseriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i357158-hevserokê_dem_partiyê_xitabî_chpê_dijberiya_desthilatê_nekin_dijberiya_çareseriyê
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê biryara CHP`ê ya neçûna Îmraliyê rexne kir û got: Ew hewl didin dijberiya desthilatê veguherînin dijberiya çareseriyê.
(last modified 2025-11-21T10:54:09+00:00 )
Tesrîn 21, 2025 13:17 Asia/Tehran
  • Hevserokê DEM partiyê xitabî CHPê: Dijberiya desthilatê nekin dijberiya çareseriyê

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê biryara CHP`ê ya neçûna Îmraliyê rexne kir û got: Ew hewl didin dijberiya desthilatê veguherînin dijberiya çareseriyê.

Tuncer Bakirhan helwêsta CHP`ê rexne kir û got: Divê CHP Pirsgirêka Kurdan rast bixwîne. Hêviya me ji CHP`ê ev e.

Hevserokê DEM Partiyê bal kişand ser pêvajoya çareseriyê li Tirkiyê de û got ku evê pêvajoyê bi keda gel destpê kiriye. Wî got Piştî sed salan, derfeteke nû ketiye destê me. Pêvajoyeke muzakere û diyalogê destpê kiriye û ji bilî serkeftina wê ti şansê me nîne.

Bakirhan ser pêvajoya aşitiyê li Tirkiyê got: Ev pêvajo dê ne tenê Kurdan, dê 86 milyonan li vî welatî de rihet bike. Gel diqîre û dibêje aştî.